Tişta ku malbatê got derket: Walî got 'qeza' ye 2017-10-11 16:09:01 COLEMÊRG - Li Şemzînanê li qereqolê gule li erebeyekî hatibû reşandin û di êrîşê de Çetîn Başer jiyana xwe ji dest dabû, Kerîmhan Zerender jî bi giranî birîndar bûbû. Waliyê Colemêrgê ji bûyerê re got "qeza" ye. Malbatê diyar kiribû ku gefan li Zerender dixwen û êrîşê wekî "qeza" didin nîşan. Waliyê Colemêrgê der barê êrîşa li navçeya Şemzînanê ya li nêzî Qereqola Durakê de daxuyanî da. Walî da zanîn ku bûyera ku Çetîn Başer jiyan xwe ji dest daye û Kerîmhan Zerender bi giranî birîndar bûbû, ne êrîş, "qeza" ye û xwest wekî her carê li ser bûyerê bigire. Di daxuyaniya walîtiyê de ev tişt hat gotin: "Maşîneya Nîssan a bi plaqeya 31 TK 906 ji hêla Çetîn Başer ve dihat ajotin û ji Şemzînanê ber bi Geverê ve diçû, ajovanê maşînê il noqteya kontrolê di rêza maşîneyan de radiweste, dema dor tê wî li noqteya kontorlê li ber peywirdaran bi lez û bez vedigere û dixwaze ji herêmê derkeve û ber bi Şemzînanê dikeve rê.   Li ser vê personelên li ser rê kontrolê û lêgerînê dikin, destpêkê bi çend dengan qîr dikin û dibêjin 'Rawest e', ruxmê hemû hişyariyan jî maşîneya bi fikar direve. Li ser vê personel, bi çeka li ser xwe destpêkê guleyan davêje hewa û xwestiye maşîneyê rawestîne; lê ev kes bi lez xwestiye bireve, li ser fikarên wekî dibe ev kes endamê rêxistina terorê be û bi maşîneya bombebarkirî bixwaze êrîşê pêk bîne, hatiye astengkirin, li ser vê ji aliyê çep û rastê û tekên wê bi 2 guleyan guleya hişyariyê hatiye berdan. Lê maşîneya bi fikar bi tu awayî ranewestiya ye.   Maşîneya Nîssan a bi plaqeya 31 TK 906 qasî 300 metreyî ji noqteya kontrolê dûr ketiye û hakîmyeta xwe ya dîreksiyonê winda kiriye û ketiye şirîda rê ya hember û bi TIR'ekî re li hev ketine, di qezayê de hem maşîne bê kêr bûye hem jî ajovanê maşînê birîndar bûye.    Di berdewama vê de maşîneya ku tê kontrolkirin, ajovanê wê Çetîn Başer e, kesê li gel wî jî Keîm Zerender e û ev hatiye tespîtkirin. Çetîn Başer ê birîndar bi serwîsa 112'an rakirine Nexweşxaneya Dewletê ya Şemzînanê, lî vî şexsî li nexweşxaneyê jiyana xwe ji dest daye. Dê sedema mirina vî kesî piştî otopsiyê bê zelalkirin. Di lêgerîna maşîneyê de di binê wê de 85 kg Al Fakher titûna nargîleya qaçax hatiye dîtin û der barê bûyerê de lêpirsîn hatiye destpêkirin."   MALBATÊ GOTIBÛ: DÊ WEKÎ 'QEZA' BIDIN NÎŞAN   Xizmên Zerender diyar kiribûn ku ji bo kurê wan ji çapemeniyê re neaxive gef li wî tên xwarin, polîs û leşker dixwazin bûyerê wekî "qeza" bidin nîşan.