Bîranîna Komkujiya Vartînîsê: Ne 30 sal lê 300 sal jî derbas bibin em ê ji bîr nekin! 2023-10-03 16:22:53     MÛŞ - Hevseroka Giştî ya DBP’ê Saliha Aydenîz di bîranîna Komkujiya Vartînîsê de axivî û wiha got: “Em baş dizanin ku sedema vê komkujiyê, dijminatiya sed salî ya li hemberî kurdan e. Ne 30 sal lê 300 sal jî derbas bibin em ê mafê pitikê di zikê dayika xwe de hatiye qetilkirin ji bîr nekin.”    Di 3’yê Cotmeha sala 1993’yan de li bajarokê Vartînîs ê navçeya Têlî ya Mûşê mala malbata Ogut hate şewitandin û ji endamên malbatê 10 kes bi saxî hatin şewitandin û qetilkirin. Bi boneya salvegera komkujiyê merasîm hate lidarxistin. Hevseroka Giştî ya Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) Saliha Aydenîz û şandeya pê re ji bo bîranînê çûn Vartînîsê. Şande, di ketina bajarokê hate sekinandin û bi hinceta biryara qedexeyê ya walîtiyê rê nedan ku şande derbasî bajarokê bibe.    Piştî nîqaşên dûvdirêj, Aydenîz di ketina bajarokê de daxuyanî da.    ‘JI BO KURDAN KOMKUJIYAN REWA DIBÎNIN’   Di dema daxuyaniya Aydenîz de cendirmeyan bênavber sîren lê dan û hewl dan ku dengê Aydenîz neyê bihîstin. Tevî vê yekê jî Aydenîz axaftina xwe domand û wiha got: “Di sala 1993’yan de komkujiyek hate kirin û mirov bi zindî şewitandin û qetil kirin. Tişta ku ev dewlet ji bo gelê kurd rewa dibîne komkujî ne. Dewleta ku mafê jiyanê neda pitikê di zikê dayika xwe de, îro nahêla ew kes bên bibîranîn. Ev yek nîşan dide bê ka ev dewlet çi rewayî kurdan dibîne. Tişta ku ev dewlet ji bo kurdan rewa dibîne, qetilkirina pitikê di zikê dayika xwe de ye. Ev sed sal in em van tiştan dijîn. Ji sala  1993’yan heta niha ev 30 sal in ev tişt tên kirin. Bi ser komkujiyê re 30 sal derbas bûn. Heke Aysel Ogut a ku ji komkujiyê filitî tiştên jiyayî venegotibûya, mîna bi dehan komkujiyên din dê dewletê ev komkujî biveşarta.”    DIJMINATIYA SEDSALÎ YA LI DIJÎ KURDAN   Bi domdarî Aydenîz got ku dewlet hewl dide Komkujiya Vartînîsê bixe ber demborînê û axaftina xwe wiha qedand: “Ev rewş, nîşan dide bê ka dewlet dixwaze çawa bi ser vê komkujiyê bigire. Ev du sal in li leşkerê ev komkujî pêk anî digerin. Lê nayê girtin û ev yek encama polîtîkaya necezakirinê ye. Ne 30 sal lê 300 sal jî derbas bibin, ev gel dê komkujiya li dijî wan hatiye kirin, dê mafê pitikê di zikê dayika xwe de hatiye qetilkirin ji bîr neke. Serokkomar îro qala makeqanûneke nû dike ku dê her kesî di nava xwe de bihewîne. Ev makeqanûn a kê ye? Heke em îro nekarin bikevin bajarokekê wê demê hûn çima qala makeqanûnê dikin. Em vê rewşê şermezar dikin û dibêjin ku dê tu carî Vartînîsê ji bîr nekin. Em baş dizanin ku sedema vê komkujiyê, dijminatiya sed sal in li dijî kurdan tê kirin e. Lê dijminatiya li dijî kurdan tu sûdek neda vî welatî lê bi xwe re rijandina xwînê, wêranî û krîzên komî anî. Sedema van krîzan, dijminatiya li hemberî kurdan û neçareserkirina pirsgirêka kurd e. Em baş dizanin ku ev dijminatî bi xwe re demokrasiyê neyîne vî welatî. Lê dê bi xwe re krîzên piralî û dîktatoriyê bîne.”    ÇÛN SERDANA MUZEYÊ   Aydenîz, kesên di komkujiyê de jiyana xwe ji dest dane bi bîr anî, piştre çû gundê Vartînîsê û mala malbata Ogut a ku veguherandine muzeyê ziyaret kir.