Jinên ji ber “Ji Pirsûsê re edalet” xwestin hatibûn girtin, hatin berdan 2023-10-03 15:56:06   DÎLOK - Mîhrîban Aslan û Endam Hatîce Ozaslan ên ji bo 33 rêwiyên xeyalan ên ji hêla DAIŞ’ê ve hatibûn qetilkirin bi bîr bînin, li ser dîwar “Ji Pirsûsê re edalet” û “33’yan ji bîr neke” nivîsandin. Her du jinên ji ber nivîsa li ser dîwar hatibûn girtin, di danişîna piştî 42 rojan hatiye lidarxistin de, hatin berdan.    Li navçeya Pirsûs a Rihayê 8 sal berê DAIŞ’ê li Navenda Çandê ya Amarayê bi êrişeke bombeyi 33 rêwiyên xeyalan ku ji bo zarokên Kobanê pêlîstok dişandin, qetil kirin. Mîhrîban Aslan û Endam Hatîce Ozaslan, bi daxwaza ji bo 33 rêwiyên xeyalan edalet pêk were, di 21’ê tebaxa 2023’yan de li ser dîwaran nivîs nivîsandin. Îro danişîna ewil a her du jinan hat lidarxistin.    Aslan û Ozaslan li Dîlokê bi serdegirtina malan, hatibûn binçavkirin û di 23’ê tebaxê de bi îdiaya “Bi dilxwazî alîkariya rêxistinê kirine” hatibûn girtin û şandin Girtîgeha Tîpa L a Jinan a Dîlokê. Danişîna ewil a Aslan û Ozaslan li 2’yemîn Girtîgeha Cezayê Giran a Dîlokê hat lidarxistin. Tevî parêzeran Aslan û Ozaslan jî di danişînê de amade bûn.    Di danişîna piştî diyarkirina nasnameyan dest pê kir de, ewilî Endam Hatîce Ozaslan parastina xwe kir. Ozaslan destnîşan kir ku 33 rêwiyên xeyalan ji hêla DAIŞ’ê ve hatin qetilkirin û got: “Di nava van kesan de hevalên min jî hebûn. Her wiha bi hinekan re di demekî nêz de me hev dîtibû. Pêvajoya darazê ya têkildarî bûyerê hêj jî berdewam dike. Hê jî tu encam pêş neketine. Di vê hêlê de hem ji ber tevgereke însanî ku em kesên jiyana xwe ji dest dane bi bîr bînin; hem jî têkildarî êrişê, min xwest em daxwaza xwe ya edaletê pêk bînin min ew nivîs nivîsand.” Aslan bi bîr xist ku ew ji ber sedema ji bo Pirsûsê edalet xwestin, ev 42 roj in girtî ne û bi daxwaza tehliye û beraeta xwe ev tişt anî ziman: “Bi helwesteke însanî min ew nivîs nivîsand.”    Pişt re Mîhrîban Aslan axivî û da zanîn ku wê jî hin hevalên xwe di qetlîamê de winda kirine û bi daxwaza tahliye û beraeta xwe wiha axivî: “Darizandina têkildarî vê yekê ev 7-8 sal e berdewam dike. Di vê çarçoveyê de me bi helwesteke însanî xwest ku darizanin têkeve bîrê û encamek derbikeve holê. Me nivîs ji ber vê yekê nivîsand.”   Dozgerî jî xwest ku Aslan û Ozaslan girtî bimînin. Piştre Aslan û Ozaslan dîsa mafê axaftinê girtin û ji nû ve berdana xwe xwestin.    ‘EM JÎ EDALETÊ DIXWAZIN’   Parêzerê Aslan û Ozaslan,  Bulent Duran jî anî ziman ku ew daxwaza dozger qebûl nakin û ev tişt gotin: “Têkildarî darizandina teqîna Pirsûsê, wek parêzerek ez jî peywirê digirim. Ev bûn 30 danişîn lê belê tu pêşketin çênebû. Faîlên esil, yek jî nehat diyarkirin û tu darizandin jî nehatin kirin. Ji bo însanên li wê derê jiyana xwe ji dest dane, em edaletê dixwazin. Muwekîlên min jî di heman çarçoveyê de, bi helwesteke însanî edaletê dixwazin.” Parêzer piştre ji bo muwekîlên xwe tehliye û beraet xwest.   BIRYARA BERDANÊ   Şandeya dadgehê piştî navberê, derbarê Aslan û Ozaslan de bi şertê qedexeya derketina derveyî welat, biryara berdanê da. Danişîna piştî vê, dê di 18’ê çileya 2024’an were lidarxistin.