Li Rojhilatê û Îranê di meha îlonê de herî kêm 463 kes hatin binçavkirin 2023-10-03 12:51:29   NAVENDA NÛÇEYAN – Hêzên rejîma Îranê di meha îlonê de, li Îranê û Rojhilatê Kurdistanê, herî kêm 463 kes binçav kirin.    Li gorî agahiyên Rêxistina Mafê Mirovan a Hengawê berhev kirî, li bajarên Rojhilatê Kurdistanê û Îranê, herî kêm 463 kes ji hêla hêzên rejîmê ve hatine binçavkirin. Hejmara kesên di meha derbasbûyî de hatibûn binçavkirin, 264 kes bûn.    Li gorî daneyên Hengawê di meha îlonê de herî kêm 203 kurd hatin binçavkirin. Ev hejmar di nava rêjeya kesên di tevahiya welêt de hatine binçavkirin bû ji sedî 44.     Binçavkirinên kêyfî yên çalakgerên kêmaniyên olî, wekî meha derbasbûyi berdewam kirin. Herî kêm 17 çalakgerên kêmaniyên olî ji hêla hêzên rejîmê hatin binçavkirin. Di nava kesên hatine binçavkirin 4 jin, 4 zilam bi giştî 8 Bahaî hene.    JIN Û ZAROK JÎ HENE   Li gorî îstatîstîkan meha derbasbûyî gelemperiyê Îranê herî kêm 51 jin hatin binçavkirin. Ev hejmar bû ji sedî 11’yê hemû binçavkirinan. Her wiha di heman serdemê de 50 zarokên di bin 18 saliya xwe de hatin binçavkirin û bi darê zorê hatin windakirin. Ji sedî 37’ê zarokên Belûc, ji sedî 10 kurd ji sedî 2 jî zarokên din li bajarên Meşhed û Tehranê hatine binçavkirin.    Li gorî îstatîstîkan dîsa di meha îlonê de herî kêm 4 xwendekar, ji bilî herî kêm çar rojnamevan û aktîvîstên medyayê 14 hunermend û aktor jî hatin binçavkirin.