Cerdevanê li Farqînê birindar bû mir 2017-10-11 15:23:47 AMED - Cerdevan Murat Bartev ê di teqîna Farqînê de bi giranî birîndar bû, li nexweşxaneyê mir.  Li navçeya Farqîna Amedê di 8’ê Cotmehê de leşker û cerdevan derketin operasyonê. Li mezraya Seydankaya ya gundê Bayrambaşi teqînek rû da û cerdevan Murat Bartev bi giranî birindar bûbû. Bartev ê li Nexweşxaneya Leşkarî ya GATA dihat dermarkirin, jiyan xwe ji dest da.  Hat zanîn ku Bartev dê li goristana gundê Onbaşılar a Farqînê bê definkirin.    Di teqînê de cerdevan Îhsan Gur û Cevat Bîlgîn jiyana xwe ji dest dabûn.