Şewata li Cûdiyê bi xwe tefiya 2023-09-21 18:02:31   ŞIRNEX- Şewata ku duh li Çiyayê Cûdî çêbû, xwe bi xwe tefiya. Lê di şewatê de qadeke daristanê bû xwelî.    Li gundê Cifanê yê Şirnexê ku li quntarê Çiyayê Cûdî duh li sê noqteyên wê şewat çêbû. Şewata ku nehat vemirandin bi seatan berdewam kir. Şewata ku ji navenda Şirnexê dixuya bi tu awayî nehat mudexelekirin. Di şewatê de gelek nebat û zindiyan zirar dît.    Şewata ku ber bi  gelek deveran ve belav bû heta saetên sibehê berdewam kir. Şewat xwe bi xwe vemirî. Hat dîtin ku bi dehan qadên daristanî bû xwelî.