TJA’yê serdana Emîne Şenyaşarê kir 2023-09-21 16:37:35   RIHA - Aktîvîstên TJA’yê serdana Emîne Şenyaşar a emeliyat bûyî kirin.    Aktîvîstên Tevgera Jinên Azad (TJA), Dayikên Aştiyê, Rêxistinên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) û Partiya Çepên Kesk ên Rihayê Emîne Şenyaşar a ji çokên xwe emeliyat bûyî û tedawiya didome li mala wê ya li navçeya Pirsûs a Rihayê ziyaret kirin.    Jinan diyar kirin ku dê li cem têkoşîna Emîne Şenyaşarê bin.