Bi girseyî serdana şîna Elîçumuş kirin 2023-09-21 14:10:30   ŞIRNEX - Siyasetmedar û welatî bi girseyî serdana şîna endamê HPG’ê Ramazan Elîçumuş kirin.    Li gundê Bana yê bi ser navçeya Basa ya Şirnexê ve ku ev 2 meh bêtirin di bin dorpêça leşkeran de ye di 19’ê îlonê de ji hewayî ve hatibû bombebarankirin. Endamê HPG’ê Ramazan Elîçumuş di bombebaranê de jiyana xwe ji dest dabû. Malbatê li bajarokê Findikê yê bi ser navçeya Basa yê Şirnexê ve şîna ji bo lawê xwe danî. Parlamenterê Partiya Çepên Kesk a Şirnexê Newroz Uysal Aslan, rêveberên rêxistina Partiya Çepên Kesk a bajêr û navçeyan, rêveberên MEBYA-DER, Dayikên Aştiyê û gelek kes bi girseyî serdana şînê kirin.    Leşkerên ku li ser rê kontrol danîbûn nasnameyên şandeyê kontrol kirin. Her wiha kesên çûn şînê diyar kirin ku mala şîn lê hatiye danîn jî di bin dorpêça leşkeran de bû.    Şande piştî serdanê ji bajarok vegeriya.