‘Doza Çepikan’ hat taloqkirin 2023-09-21 14:01:01   RIHA - Derbarê 20 kesên bi boneya 8’ê Adarê Roja Jinan a Cîhanê meş li dar xistibûn de 5 sal şûnde doz hate vekirin. Danişîna dozê bi daxwaza guhdarkirina şahidan, hate taloqkirin.    Bi boneya 8’ê Adarê Roja Jinan a Cîhanê 5’ê adara 2017’an li Rihayê meşek hate lidarxistin. Polîsan bi gaza îsotê û copan mûdaxileyî girseyê kiribû û 18 jê jin 20 kes binçav kiribûn. Danişîna 2’yemîn a dozê, li 2’yemîn Dadgeha Cezayê Sûlhê ya Rihayê, hat lidarxistin.    Di danişînê de parêzer Alî Arslan, Hîdayet Enmek û Bulent Dûran amade bûn.    Piştî diyarkirina nasnameyan parêzer Aslan mafê axaftinê xwest û daxwazên xwe yên di danişîna derbasbûyî de dubare kirin û anî ziman ku “rêgeza wekheviya çekan” hatiye binpêkirin. Parêzer Dûran jî diyar kir ku qedexekirina çalakiyê bi awayekî derqanûnî hatiye qedexekirin ne tenê ji bo hinek çalakiyan ji bo hemû çalakiyan hatiye sepandin û got: “Li vir derqanûniyeke eşkere heye. Têkildarî vê mijarê hem di qanûna navxweyî hem jî di qanûnên navneteweyî de hin gelek sererastkirin hene. Herwiha binçavkirin li dijî jinên ji bo 8’ê Adarê hatine cemhev hate kirin. Jin hê daxuyanî nedabûn, di nava avahî de hatin binçavkirin.”   Şandeya dadgehê bi daxwaza guhdarkirina şahidên danişînê taloqî 15’ê sibata 2024’an kir.