Meclisa Ciwanan dê li Edeneyê şahiya li dijî asîmilasyon û tecrîdê li dar bixe 2023-09-21 10:06:58   EDENE - Endamê Meclisa Ciwanan a Partiya Çepên Kesk Baran Yildirim bang li hemû ciwanên Edeneyê kirin ku li dijî polîtîkayên şerê taybet beşdarî şahiya ciwanan bibin.    Meclisa Ciwanan a Partiya Çepên Kesk  li dijî polîtîkayên şerê taybet di 5’ê tebaxê de kampanya bi dirûşma “Li dijî şerê taybet têkoşîneke bi heybet” dabû destpêkirin. Kampanya ciwanan didome û di çarçoveya vê kampanyayê de Meclisa Ciwanan a Partiya Çepên Kesk a Edeneyê dê 22’yê îlonê saet 18.30'an li Eywana Dawetê ya Aslanhan a li taxa Şakirpaşayê “Şahiya Ciwanan” li dar bixe. Hevserokê Giştî yê DBP’ê Keskîn Bayindir, parlamenterên Partiya Çepên Kesk Tulay Hatimogûllari û Omer Ocalan wek axivêr beşdar bibin û Koma Hevra jî dê konser bide.    'EM Ê KURSA ZIMANÊ KURDÎ BIDIN DESTPÊKIRIN’    Endamê Meclisa Ciwanan a Partiya Çepên Kesk Baran Tuncay Yildirim xwest hemû ciwanên li Edeneyê li dijî şerê taybet beşdarî şahiya wan bibin û bal kişand ser kampanyaya dane destpêkirin Yildirim destnîşan kir ku ew ê di meha cotmehê de jî li dijî polîtîkayên asîmilasyonê kursa zimanê kurdî bidin destpêkirin.    'EM Ê WEK CIWANAN TECRÎDÊ BI DAWÎ BIKIN’    Yildirim anî ziman ku li Edeneyê temenê bikaranîna tiryakê û ketina nav tora fihûşê daketiye 9 saliyê û li taxên kurdan kes dengê xwe ji bazirganên tiryakê re nake û wiha got: “Ciwanên me yên li dijî van polîtîkayan têdikoşin jî bi zextên dewletê re rû bi rû dimînin. Em bi vê kampanyaya xwe dixwazin ciwan ûzarokan ji tiryakê, fihûş û sixuriyê dûr bikin. Em ê polîtîkayên asîmilasyonê û tecrîdê ji ser gelê kurd rakin û em ê jiyana azad ji nû ve ava bikin.”    Yildirim destnîşan kir ku 30 meh tu agahî ji Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan nayê girtin û wiha axivî: “Li Girava Îmraliyê tecrîda li Rêber Apo tê sepandin, di heman demê de li gelê kurd û ciwanên wan tê ferzkirin. Tecrîd hem di warê aborî de hem jî di warê çandî de tesîrek neyînî li ser me dike. Azadiya Rêber Apo azadiya min û civakê ye. Em ê wek meclisa ciwanan vê pergalê xera bikin û tecrîda li ser Rêber Apo bi dawî bikin.”    BANGA BEŞDARIYA ŞAHIYÊ    Yildirim banga beşdariya şahiyê li ciwanan kir û got: “Di serê de hevalên me ciwean û hemû gelê me yê welatparêz vexwendiyê vê şahiya me ye. Em hemû ciweanan li dijî şerê taybet vedixwînin sefên têkoşînek bi heybet da ku em berxwedan û rêxistinkirina xwe berfireh bikin.”