Parêzer: Bi tirs û êrîşan em serî natewîn in 2017-10-11 15:16:56 MÊRSÎN – Parêzerên di 3’ê Cotmehê de li Mêrsînê hatin binçavkirin, diyar kirin ku bi  tirs û êrîşan serî natewîn in.  Li Mêrsînê di 3’ê Cotmehê de polîsan Sekreterê Şaxa Komeleya Mafê Mirovan (ÎHD) a Mêrsîne Parêzer Ozgur Çaglar, Serokê Şaxa Komeleya Hiqûqnasên Hemdem (ÇHD) a Mêrsînê ku bi biryara KHK’ê hat girtin, Parêzer Mehmet Altuntaş jî di navde 8 parêzar binçav kirin. Parêzeran serbest hatin berdan li Cemiyeta Rojnamegerên Mêrsînê civîna çapemeniyê lidarxistin. Gelek parêzar beşdarî daxuyaniyê bûn. Sekreterê Şaxa ÎHD’a Mêrsînê daxuyanî da.    'BI FERASETA 40 HERAMIYAN SER MALÊN ME DE GIRTIN'   Çaglar, diyar kir ku meqamên dadgeh û karên polîsan bi dest desthilatdariyê dixwaze li ser serê hemû kesên muxalif erka balyozê bike. Çaglar, da zanîn ku rayedarên dewletê di salên dawî de, xeteke faşîzmê derbas kirî, kiriye pratîkê û wiha axivî: “Bi feraseta 40 heramiyan û faşîzmê derbas kirin, di ser mal û buroyên me de girtin. Bi çekin lule dirêj, maşineyên zirxî, hêzên çevîk û tîmên taybet sê hevalên me kirin binçavan û têkildarê 5 hevalên me jî lêrîna girtinê dan destpêkirin. Îşkenceya lêgerînê ya hevalên me yên parêzer li ber çavên zarokên wan hat kirin. Di heman demê de hezên taybet hevjîna    OPERASYON İÇİN DÜĞÜN 'ÖRGÜTSEL TOPLANTI' YAPILDI   Çaglar, anî ziman ku polîsan bi awayek bê hiqûqû evraqên vaşartî lêkolîn kirin û  wiha got: “Dest danîn ser flaş bellekên me yên ji bo ketina uyapê. Ji bo daweta hevalên me yên li Êlihê beşdar bûn gotin ‘civîna rêxistinê.’ Ji bo vê yekê girtekên sexte nîşan  dan. Ji bo derbarê Serdozgeriyê Komara Mêrsînê de doz bê vekirin, emê serlêdanan sûc bikin.”     'EM Ê SERÎ NETEWÎNIN'   Çaglar, destnîşan kir ku desthilatdariya ku civak kiriye hedef, herî dawî parêzar ji xwe re kirin hedef û wiha dawî li axaftina xwe anî: “Ev operasyona ji bo teslîm girtina parêzerên muxalîf peyameke. Em vê yekê baş dizanin. Bi tir û êrîşan dê nekirin serî li me bitewînin. Em dizanin ku hiqûq û edalet dê rojekê ji bo hemû kesan pêwîst be. Divê dimildest doza ku têkildarî me hatî destpêkirin, bê betalkirin.”