Dr. Hîkmet Kivilcimli li ser gora xwe hat bibîranîn 2017-10-11 14:36:49 STENBOL – Dr. Hîkmet Kivilcimli yê îdeologê Marksîst di salvegera 46’emîn a wefata xwe de li ser gora xwe hat bibîran3in.  Polatforma Piştgiriya Sosyalîst (SODAP), Dr. Hîkmet Kivilcimli yê îdeologê Marksîstê di salvegera 46’emîn a wefatê de li ser gora wî ya li Topkapi bibîr anî. Ji têketina goristanê heta gora Kivilcimli meş li hat lidarxistin. Hevseroka Giştî ya HDP’ê Serpîl Kemalbay jî beşdarî meşe bû. Di meşê de pankarta “Dr. Hîkmet Kivilcimli berxwedan e, şoreş e û sosyalîzm e” hat rakirin û sloganên “Şehîdên şoreşê bêmirinin” û “Bijî biratiya gelan” hatin berzkirin.    Bîranînê bi rêzgirtinê destpê kir û ewil Nûnera SODAP’ê Kezban Konukcu axivî û got: “Em şopdarê wî ne û îro em ji bo nêrîn û fikra xwe bigîhînin girseyan eniya demokratîk ava dikin. Em têkoşîna vê yekê didin û em ê bidin. Bibîranîna Kivilcimli di têkoşînê kirin de derbas dibe.”    'XWEDÎ DERKETINA MÎRASA WÎ BI HEV RE TÊKOŞÎN MEŞANDIN E’    Pişt re Hevseroka Giştî ya HDP’ê Serpîl Kemalbay axivî û destnîşan kir ku ew di şexsê Kivilcimli de hemû kesên di têkoşîna şoreş û demokrasiyê de jiyana xwe ji dest dane bibîr tînin û got: “Şoreşgerên li Tirkiyê bi awayekî têr û tije xwedî li mirasa Kivilcimli dernekevin. Ji bo em ji wî fêm bikin divê em têkoşînê bikin. Bibîranîna Kivilcimli di têkoşînê kirin de derbas dibe.”    Kemalbay da zanîn ku li Tirkiyê cara ewil Kivilcimli behsa pirsgirêka kurd kiriye û wiha axivî: “Wî dixwest eniya demokratîk li Tirkiyê bê avakirin û ji bo vê dixebitî. Îro jî ev eniya demokratîk HDP bixwe ye. Ji bo em xwedî li mîrasa wî derbikevin divê em bi hev re têkoşîna xwe bidin meşandin. Çawa ku Kivilcimli di serdema partiya tekane de rastî zextan hat, îro jî em jî wek partî di bin heman zextan de ne. Em bi êrîşan re rû bi rû dimînin û dê ev dewam jî bike. Teqez em ê bi ser bikevin.”