2 hezar leşkar li 2 gundên Geverê bi cih bûn 2017-10-11 14:35:59 COLEMERG - Bi sedan leşker û cerdevanan di ser gundên Şîşemzîn û Xurekan ên Geverê de gitin û bi cih bûn.   Bi sedan leşker û cerdevanan di ser 2 gundên Şeşemzîn û Xurekan ên navçeya Gevera Colemêrgê de girtin. Leşker û cerdevanên di ser gundên Şîşemzîn a nifûsa wê 400 û Xurekan a nifusa wê 200 kesin û 20 km durê navçeyê ye de girtin. Leşker û cerdevanan 4 rojin maşîneyên xwe yên zirxî li gundan bi cih kirine. Hat zanîn ku li Kaniya Tezî, Meydanok, Warecînk ên girêdayî gund û herêma Warê Turkanê Hêzên Taybet hatin bicihkirin.       KOÇBERTIYÊ LI GUNDIYAN FERZ DIKIN   Gundiyan da zanîn ku leşkerên ku ji meha Gulanê de li derdora 2 gundan hatîn bicihkirin, kesên ku şivantiyê dikin binçav kirin û birin Qereqola Dilezê. Gundiyan anî ziman ku piştî lêpirsînê şivana hatin serbest berdan, lê hatin û çûyina her du gundan hatiye girtin. Gundiyan destnîşan kir ku kesên ku dikevin gund û derdikevin, nasnameyan wan di GBT’ê re derbas dikin û vê pêkanînê bi hinceta dê operasyon li herêmê destpêbike, dikin. Welatiyan aşkera kir ku li 2 gundan nêzî 2 hezar leşker hene û ji ber êrîşan 5 malbatan koçber kirin.