ÎHD: Di 9 mehan de Hezar û 485 karker mirin 2017-10-11 14:34:57 STENBOL - Komîsyona Xebata Jiyanê ya Şaxa ÎHD'ê ya Stenbolê rapora meha Îlonê ya 2017'ê a îhlala mafê karkeran aşkere kir. Komîsyonê anî ziman ku di îlonê de 147 û di 9 mehên salê de hezar û 485 karkeran di cînayetên kar de jiyana xwe ji dest dan.  Komîsyona Xebata Jiyanê ya Şaxa ÎHD'ê ya Stenbolê rapora meha Îlonê ya 2017'ê a îhlala mafê karkeran li avahiya xwe bi civîna çapemeniyê aşkere kir. Li ser navê Komîsyonê Berdevkê Demî yê komîsyonê Osman Ozkan rapor xwend. Ozkan bal kişand ser çalakiya Nuriye Gulmen û Semih Ozakça yên bi daxwaza "Em karê xwe paşve dixwazin" 217 rojin di greva birçîbûnê dene, wiha got: "Di 25'ê Îlonê de Nûriye bi zorê revandin Nexweşxaeya Numune. Ev îhlala mafên mirovan e û li dijî azadiyê ye. Mudaxaleya bi zorê cînayet e. Em dixwazin mafê Nuriye û Semih yên xebatê paşve bidin wan.    Ozkan, diyar kir ku karker ji sînorê kar zêdetir kar dikin û wiha got: "Karker bê sendîka û bê sîgorta kar dikin. Di şertên koletiyê dekar dikin. Li ser  wan tundî û mobbing heye. Karkerên jin di bin tacîzê de kar dikin. Bi KHK’ê tên îxrackirin û ji kar tên avêtin. Bi her awayî mafên wan ên mirovan tê îhalkirin."     Ozkan, tayînkirina qemûman a şaredariyên DBP'ê jî rexre kir û wiha got: "Şaredariyên DBP'ê yên gel bi vîna xwe ya azad hilbijartiye, bi riya Qeyûman ji destê wan tê derxistin. Gelek saziyên jinan hatin girtin. Li çar aliyê welat karker ji kar tên avêtin. Firmana taşaron a Şaredariya Îzmirê 3 meh berê 100 karker ji kar derxistin. Karkerên Kod A  bi sedema endamên Sosyal-ÎŞ a DÎSK'ê ne hatin avêtin."     DI ÎLANÊ DE 147 KARKER MIRIN   Ozkan, anî ziman ku anî ziman ku ji Arçelikê 300, ji Şuşeyên Cam a Paşabahçeyê 20 karker hatin avêtin û wiha cih da daneyê karkerên ku di cinazeyên kar de jiyana xwe ji dest da. Li gorî rapora ÎSİG'ê, di navbera 13 Gulan – 12'ê Îlonê de 753 karker di cinazeyên kar de jiyana xwe ji dest dan. 167 karkerên înaşetê bûn. Di meha îlonê de 147 karkeran di cînayetên kar de jiyana xwe ji dest dan. Di 9 mehên sala 2017'an de jî Hezar û 485 karkeran di cînayetên kar de jiyana xwe ji dest dan."