Dadgerê ku da girtin niha jî darizandinê dike 2017-10-11 14:34:06   STENBOL - Doza ku rojnameger Meşale Tolu û Omer Ulaş Sezgîn jî di nav de 18 kes bi girtî dihatin darizandin, di rûniştina yekemîn de serokê dadgehê der barê 14 kesan de biryara girtinê da. Lê tişta balkeş biryar heman dozgerî da.   Wergervana Ajansa Nûçeyan a Etîkê (ETHA) Meşale Tolu û rojnameger Omer Ulaş Sezgîn jî di nav de 14 jê girtî 18 kesên ku dihatin darizandin, rûniştina yekemîn li salona kampusê ya li hemberî Girtîgeha Sîlîvriyê pêk hat. Doza li 29'emîn Dadgeha Cezayê Giran a Stenbolê dihat dîtin, kesên girtî û yên bê girtî dihatin darizandin, li dadgehê amade bûn.    DADGERÊ EW GIRTIN NIHA WAN DIDARIZÎNE   Di rûniştinê de mafê axaftinê destpêkê parêzer Akçay Taşçi girt, diyar kir ku di pêvajoya darizandinê de serokê dadgehê biryara girtin daye, dê darizandinê neke, heke bike dê biryara "xirabkirinê" derkeve holê û xwest dadger ji dozê vekişe. Li ser daxwazê heyeta dadgehê biryara navborî aşkera kir, daxwaza parêzer red kir. Piştî parêzer hinceta biryarê ji dadgehê pirsî ev bersin hat dayîn: "Itiraza xwe bikin. Di itiraza xwe de bidin nîşan ku biryar ne derbas dar e. Bi wî şeklî itiraz bikin."   Heyeta dadgehê piştre parastin dewam kir û parastina kesên girtî girt. Kesên bi navê Serkan Okatan, Denîz Havuç, Bîrol Kurt, Yagmur Emektar, Bîlal Ateş, Umut Aktaş û Sînan Aktaş parastin kirin û da nzanîn ku ew sûcdariyên der barê xwe de qebûl nakin û xwestin bên tahliyekirin. Piştre Tolu parastina xwe kir û diyar kir ku ew beyanên şahidê nepen qebûl nake.    Piştî parastina Tolu navber dan dozê.