Rojnamegerên rastî lêdana tazî hatin, rastî mehek ceha hatin 2017-10-11 13:49:12 EDENE - Rojnameger Erdogan Alayumat û hevalên wî yên li qawîşê rastî îşkenceya tazî hatin, niha jî rastî cezayê dîsîplînê hatin. Parêzerê Alayumat Turgay Bek, diyar kir ku hem cezayê dîsîplînê dane û hem jî mehek cezayê hevdîtînê dane wan.  Rojnameger û nûçegîhanê Ajansa Nûçeyan a Dîcle Dîcle (dîhaber) Erdogan Alayumat û Xebatkarê Rojnameya Ozgurlukçu Demokrasî Serkan Erdogan ku li Girtîgeha Tîpa T a Tarsûsê tên girtin di 2'ê Cotmehê de ji ber li ser piyan hêjmar nedabûn gardiyanan rastî îşkenceya tazî hatibûn. Niha jî hem cezayê hucreyê û hem jî cezayê ragihandinê li Alayumat û Erdogan birîn. Prz. Tugay Bek ku bi muwekilê xwe Alayumat û Zeki Çîçek re hevdîtin kir, diyar kir ku li Erdogan Ayalumat û Zekî Çîçek 3 roj cezayê hucreyê birîne û li hemû girtiyên ku li gel Alayumat û Çiçek rastî lêdanê hatin mehek qedexeya hevdîtinê li wan ribîne. Bek, diyar kir ku kesên rastî lêdanê hatin serlêdana sûc kirin, lê heta niha der barê kesên darp kirin de tu lêpirsîn nehatiye vekirin.    'LI ŞÛNA KESÊN DERP KIRIN KESÊN DERB XWARIN HATIN CEZAKIRIN   Prz. Bek anî ziman ku kesên derp kirin nehatin ceza kirin û li şûna kesên derp bikin kesên hatin derpkirin rastî ceza hatin û wiha got: "Piştî Rojnameger Erdogan û hevalên wî rastî lêdanê hatin ez di 10'ê Cotmehê de çûm dîtina wan û min ew ziyaret kirin. Min serî li dozger da û xwest rapora derbê bê amadekirin û lêpirsînê bikin. Lê tu lêpirsîn nehatiye amadekirin û zextên rêveberiya girtîgehê li ser girtiyan berdewam dike. Piştî me li rêveberiya girtîgehê gilî kir, rêveberiyê der barê girtiyên rastî lêdanê hatin lêpirsîn vekir û lêpirsîna wan di nava hefteyekê de bi encam kirin.    XWESTIN GILIYÊN XWE PAŞVE BIKIŞÎNIN   Bek, destnîşan kir ku gardiyanan muwekilê wî Çîçek xistine odeyekê û zor li wî kirine ku giliyê xwe paşve bikişîne û wiha berdewam kir: "Me serî li dozgeriyê da. Lê heta niha tu gav nehatin avêtin. Li şûna lêpirsîn li rayedarên girtîgehê bê vekirin, Rêveberiya girtîgehê bi lezgîn cezayê dîsîplînê da girtiyan. Ev rêbaza îşkence yê ye. Polîtîkayên dewletê ye. Rêveberiya girtîgehê işkence parast û girtî ceza kirin. Dozger li hemberî gilî bêdeng e. Li vir îşkence bê ceza dimîne."    DI HUCREYA YEK KESÎ DE TÊN GIRTIN   Bek, destnîşan kir ku Soncan Gedîk 13, Kasim Elçik jî 24 rojin bê sedem û hincet di yek hucreyê de tên girtin û wiha berdewam kir: "Di jimartinê de ji bo rabin ser piyan li wan didin. Gedik, di 24'ê îlonê de rastî lêdanê hat. Tazî kirin destê wî li pişt wî kelepçe kirin û avêtin odeya bi sînger. Xwestin wî derxin revîrê, Lê ew dernexistin revîrê. Kasim Elçik nexweşiya tansiyonê pêre heye. Ji wî jî xwestin lêgerîna tazî bikin. Li girtîgehê di 2'ê Cotmehê de 20-30 gardiyan çûn odeyê û ji wan xwest ku li ser piyan hêjmarê bidin. Piştî girtiyan ev ye qebûl nekir, bi fermana midûrên yekemîn û duyemîn gardiyanan li girtiyan xistin. Girtî li erdê kaş kirin. Rojnameger Erdogan Alayumat û girtî Zeki Çiçek  bi lêdanê birin Odeya bi sînger û piştre ew avêtin hucreyê. Gardiyanan Alayumat tazî kirin û li wî îşkence kirin. Piştre gotine "Vê yekê di rojnameyê de binivîse" û qerfê xwe li wî kirine. Min li ser navê Serkan Erdogan, Erdogan Alayumat, Mubarek Aksu, Hayrullah Turan, Zekî Çiçek, Mehmet Sekin, Şemsettin Koyun, Hadi Elçiçek, Serko Minkara, Ozgur Ozçelik, Ozgur Kutlu, Taner Sala û Mahfuz Çiçek serlêrdana sûc li Serdozgeriya Komarê ya Tarsûsê da, lê heta niha tu gav nehatiye avêtin."