Elewiyên ereb bertek nîşanî MEB'ê dan 2017-10-11 13:37:40 EDENE – Elewiyên ereb diyar kirin ku MEB'ê baweriya wekî hedef dide nîşan û ev tişt hat gotin: "Elewiyên ereb ji rêxistinên terorê yên oldar, sapik re wekî hedef didin nîşan." Weqfa Çand û Tenduristiyê, Perwerdeya Piştgiriya Civaka Akdenîzê (ASDA), diyar kir ku di pirtûkên Zanyariya Exlaq û Çandê ya Olî ya Wezarta Perwerdeya Neteweyî (MEB) de hedef hatine nîşan û binçavkirina Serokê Şaxa Mamakê ya Komeleya Elewiyên Demokratîk (DAD) Hasan Altun bi daxuyaniyekê şermezar kr. Di civînê de gelek endam û berdevkên komeleyên elewiyan û saziyên sivîl jî amade bûn.   Serokê ASDA'yê Kenan Îskender, diyar kir ku elewiyên ereb di pirtûkên perwerdeyê de hedef didin nîşan, Wekîlê CHP'ê yê Mêrsînê Aytug Atici der barê vê bûyerê de serlêdana sûc kiriye. Îskender da zanîn ku di pirtûkên MEB'ê de di rûpela 72'yan de di sernavê Nusayrikî de, elewiyên ereb hedef hatine nîşandan, ew wekî civaka elewî dê vê yekê bi tu awayî qebûl nekin û pênaseyên der barê xwe de wekî ji derveyê rastiyê û îftira qebûl kirin.   Îskender destnîşan kir ku neyarên olê yên emperyalîst û siyonîst mezhebên li ser erdnîgariya Rojhilata Navîn piçûk didn nîşan û bi îftirayan wan ji hev didin qutkirin û ew wekî gelên li herêmê dê bi tu awayî destûrê nedin rewşên wiha û nehêlin kes wan hedef bide nîşan. Îskender herî dawî bal kişand ser girtina Hasan Altun jî û got ku "Bila hevalê me serbest bê berdan."