Li Muglayê cenazeye 2 kesan hat wergirtin 2017-10-11 13:26:58 MUGLA – Ji 5 kesên bi îddiaya di pevçûnê de jiyana xwe ji dest dane 2 ji wan Musa Arslan û Rojhat Seçkîn in. Malbatan cenazeyên zarokên xwe wergirtin. Parlementerên HDP’ê ji bo li herêmê lêkolîn bikin çûn Muglayê.  Li çoltera Sûlava Toparlar a navçeya Koycegîz a  Muglayê di 5’ê cotmehê de bi îddiaya pevçûn derketiye 5 kesan jiyana xwe dest dabû. Hatibû îddiakirin ku kesek jî bi bombeya xwe dawî li jiyana xwe aniye. Cenazeye 6 kesan rakiribûn Saziya Tiba Edlî ya Muglayê. Xebatên teşhîskirina cenazeyan dewam dikin. Derket holê ku Midûriyeta Polîsan li hin malbatan geriyaye. Malbat jî ji bo teşhîsa cenazeyan çûn Saziya Tiba Edlî ya Muglayê. Tu kesî nêzî Saziya Tibê nakin û tenê ji malbatan kesek û parêzerek berdidin hûndir.    2 CENAZE WERGIRTIN    Ji malbatên çûn Muglayê malbata Musa Arslan ji Mêrsînê û malbata Rojhat Seçkîn ji Amedê çûn û cenazeyên zarokên xwe teşhis kirin. Malbatên cenazeyê zarokên xwe teşhîs kirin wergirtin. Malbatan da zanîn ku dê cenazeyê zarokên xwe bibin warê wan. Hat zanîn ku dê cenazeyê Musa Arslan dê bibin Mêrsînê û cenazeye Rojhat Seçkîn jî dê bibin Êlihê.    Ji bo nasnameya cenazeyên zelal bibe xebatê didomin.    PARLAMENTERÊN HDP’Ê LI MUGLAYÊ NE   Li aliyê din Parlamenterên HDP’ê Meral Daniş Beştaş û Erol Dora jî ji bo li herêmê lêgekolîn bikin çûn Muglayê.