Li cîhanê di her 10 deqeyan de zarokek keç dimire 2017-10-11 13:26:04 STENBOL- Weqfa Rizgarkirina Zarokan û UNICEF, bi boneya salvegera 11’ê Cotmehê Roja Zarokên Keç ên Cîhanê daxuniya dan û diyar kirin ku li cîhanê di her 10 deqeyan de zarokek keç ji ber lêdanê  dimirin.  Weqfa Rizgarkirin Zarokan (Save The Children) û Fonê Alîkariya Zarokan a Neteweyên Yekbûyî (UNICEF), bi boneya 11’ê Cotmehê Roja Zarokên Keç ê Cîhanê daxuyanî dan.   Weqfa Rizgarkirina Zarokan, diyar kir ku ji bo astengiya jiyana hemû zarokên keç ên li cîhanê pêkanîn, rê û resm hene. Weqfê da zanîn ku di serê van hemû pêkanînan de, zewaca di temenê zaroktiyê de tê û wiha got: “Ez zewac herî zêde li welatên Afrîkaya Rojava û Navîn pêk tên. Me tespîta di salekê de di qada kûrewî de 7 mîlyon û 500 zarokên keç ji derveyî qanûnî tên zewicandin kir.”    'JI BER LÊDANÊ DIMIRIN    Di daneyên binpêkirinên mafan ên têkildarî zarokên keç a UNICEF’ê ragihand de, li cîhanê 1,1 milyon zarokên keç hene û dinava wan de 62 naçin dibistinê. Li gorî danayên UNICEF’ê, di cîhanê de di 10 deqeyan de carekê zarokek keç ji ber lêdanê jiyana xwe ji dest dide.    '47 HEZAR Û 700 ZAROKÊN KEÇ TÊN ZEWICANDIN’   Ji hin binpêkirinên mafan ên tên jiyîn wihane: “Li cîhanê di nava zarokên keç ên 15-19 salî de 7 jê bi darê zorê tên zewicandin. Li welatên pêşketî, ji sê zarokên keç yek jî berî temenê wê bibi 18 bi darê zorê tê zewicandin. Dîsan, ji 9 zarokan yek jê di 15 saliya xwe de bi darê zorê tê zewicandin. Bi giştî her roj, 47 hezar û 700 zarokên keç dibin temenê 18 salîrê tên zewicandin. Hema bêje hemû zarokên keç berpirsiyartiya malê digirin ser xwe û ji neçarî dawî li jiyana xwe ya perwerdê tînin.”