Ocalan rêya li qada sîtê çêkirin bir rojeva Meclîsê 2017-10-11 12:20:14 RIHA – Parlamentera HDP’ê ya Rihayê Dîlek Ocalan çêkirina rêya di nav qada sîtê de ya li Girikên Gurcutepeyê re derbas dibe, bir rojeva Meclîsê.  Di nav qada sîtê ya li Girikên Gurcutepeyê ya 4 kîlo metro dûrî nevanda Rihayê ya ji dema Erken Tunç, Roma û Bîzansiyan maye û girêdayî Lîjneya Parastina Çandê ye jî rê hat çêkirin. Parlementera Rihayê Dîlek Ocalan mijar bir rojeva Meclîsê. Li gel ku Ajansa Mezopotamyayê anîbû rojevê û nerazîbûna erdkolan jî rê hat çêkirin û bi dawî bû. Li ser nûçeya ajansa me Ocalan bi pêşniyar pirsekê mijarê ji Wezîrê Turîzm û Çandê Numan Kurtulmuş pirsî.    Ocalan ev pirs kir:    “Ev îddiaya rê di nav qada sîtê ya Pileya II. û III. Arkeolojîk a Qada Sîtê ya Girêkên Gurcutepe ku xwedî dîroka 10 hezar salan e raste gelo? Wezareta we çawa destûra çêkirina vê riyê daye?  Qeyd û parastina ji bo parastina Girikên Gurcutepe kengê hatiye çêkirin.?  Ev rê çêkirin ya di nav qada sît û cihekî dîrokî de ne li dijî qanûnan e gelo? Têkildarî van hemû mijar û pirsan gelo dê wezareta we daxuyanekê bide?