Gava ku DAIŞ teslîm dibin! 2017-10-11 12:00:16 RAQA – DAIŞ’a di Reqayê de tengav bûyî, bi komî teslîmî QSD’ê dibin. Gava ku DAIŞ teslîm dibin, ketin ber objektîfên Ajansa Mezopotamyayê.   Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD), operasyona “Çenga Mezin” a di çarçoveya rizgakirina Reqayê de dan destpêkirin, di roja 128 de didome. Şervanên nêzî navenda bajêr dibin, bi sedan sivîl rigar kirin. Şervanan, sivîl gihandin qadên bi ewle û giranî da ser operasyonên li dijî DAIŞ’ê. Li Reqa ber bi dawiya operasyonê ve diçe û DAIŞ’ên hatine tengavkirin kom bi kom teslîmî şervanên QSD’ê dibin.      SIVÎL TÊN RIZGARKIRIN   Şervanan li çar aliyên bajêr DAIŞ kirin çemberê û ber bi Standa Siyahê ve pêş de diçin. Pevçûnên li derdora Nexweşxaneya Watanî bi tund didomin û şervanên QSD’ê gav bi gav bajêr azad dikin. Şervan, hay ji sivîlên DAIŞ mîna mertalan dixebitînin, dimîn in û wisan şer dikin.    DAIŞ TUNE DIBE   DAIŞ hem bi komî û hem jî xwe dixin nava sivîlan û teslimê QSD’ê dibin. Gelek endamên DAIŞ’ê yên li derdora Standa Siyah bi malbatên xwe re teslîm bûn û QSD’ê, DAIŞ’ên esîr girtin birin herêmên bi ewle.    BI KOMÎ TESLÎM DIBIN   DAIŞ’ên teslîm bûn piraniya wan ji Reqa, Helep, Mînbîc, Tabqa, Dêra Zor û bajarên derdorên e. Kesên biyanî yên ji welatên derve hatin û beşdarî DAIŞ’ê bûn jî hene. Gava DAIŞ’ên bi komî tên teslîmî şervanên QSD’ê dibin, ket ber objektîfên Ajansa Mezopotamya yê.     MA / Nazim Daştan