Mamoste Ayşeya got ‘Bila zarok nemirin’ bi keça wê re şandin girtîgehê 2018-04-20 16:23:50 AMED – Mamoste Ayşe Çelîk bi boneya got “Bila zarok nemirin” bi îdiaya “propagandaya rêxistinê kiriye” salek û 3 meh ceza lê hat birîn. Ji ber cezayê Çelîk hat êrêkirin dê îro bi keça xwa Deran re bikeve girtîgehê. Li Amedê du sal berê ji ber qedexeya derketina derve mamoste Ayşe Çelîk li bernameya Beyaz Show a di qenal D de dihat weşandin geriya û got “Bila zarok nemirin” bi îdiaya “Propaganda rêxistinê” lê doz hatibû vekirin. Dadgehê bi vê îdiayê salek û 3 meh ceza li Çelîk birî. Cezayê Çelîk hatibû êrêkirin û 6 meh taloqiya înfazê dabûn. Dîroka taloqê îro xelas bû. Mamoste Ayşe ji bo 10 roj dikaribe cezayê xwe taloq bike, çû Edliya Amedê.    Mamoste Ayşe û parêzerên xwe Mahsûnî Karaman piştî nîvro li gel parlementerên HDP’ê yên Amedê Feleknas Uca û Ziya Pîr û Parlamentera CHP’ê ya Îzmîrê Zeynep Altiok derbasî edliyê bûn.    Di wê navberê de komek ji bo piştevaniyê hatin ber edliyê ji aliyê polîsan ve hatin dûrxistin.    Di têktina edliyê de prz. Karaman daxuyanî da û got: “Ji bo 10 roj ceza bê taloqkirin em ê daxwazname bidin dozgeriyê.” Lê encax Serdozgeriya Komarê ya Amedê serlêdana taloqkirina ceza red kir.    Di derketina ji edliyê de polîsan destûr neda mamoste Ayşe û parêzer daxuyaniyê bidin çapemeniyê.    Mamoste Ayşe li gel parlamenter Feleknas Uca û Zeynep Altinok çû malê. Piştî Ayşe kelûpelên xwe û keça xwe Deran ji malê hilde dê bibin Girtîgeha Tîpa E ya Amedê