Leşkerê îşkence lê kir li dadgehê derket pêşberî wê 2018-04-20 15:59:06 MÊRDÎN - Danişîna doza 50 kesên di qedexeyên li Nisêbînê de hatin binçavkirin û hatin girtin, li 4'emîn Dadgeha Cezayên Giran di roja 5'an de berdewam kir. Di danişînê de Ozgur Sevim parastin kir û diyar kir ku leşkerê îşkence li wê kiriye li vir e û xwest bê teşîskirin. Ji ber niqaş derket polîsê li salonê meşiya ser parêzer û gef li parêzer xwarin.    Piştî qedexeyên derketina derve ya li Navçeya Nisêbînê di 26'ê Gulana 2016'an de 50 kes hatibûn derxistin û piştre hatibûn girtin. 50 kesên hatibûn binçavkirin û girtin doz li wan hatibû vekirin. 2’emîn danişîna doza 50 kesan di roja 5'an de li 4’emîn Dadgeha Cezayên Giran a Mêrdînê berdewam kir. Danişîna îro bi parastina parêzeran dest pê kir. Parêzer Newroz Uysal parastin kir û diyar kirin ku “xweseriya demokratîk" ne tenê daxwaza muwekilen wan ên girtî ye û wiha got: "Di operasyona li dijî bajar de çekên giran hatin bikaranin. Bersûcên ku ji bajar hatin tahliyekirin rastî îşkenceya giran hatin. Ev li dijî hiqûq û qanûna bingehîn e. Di delîlên der barên muwekilên min de şaşî hene. Îdîaname li ser şaşiyan hatiye nivîsandin û amadekirin. Ez dixwazin der barê muwekilên min de ji nûve lêpirsîn bên kirin. Di beşa nirxandinê de diyar dikin ku li cihê bûyerê û kemera nehatine lêkolînkirin. Der barê gelek bûyeran de delîl tune ye. Lê hemû bi dosyayê ve girê dane. 14 muwekilên me di bin îşkenceyê de îfade dane."    Prz. Gulistan Duran jî pirsa 'Der barê bersûcan de kijan delilên giran hene ku ji xala 302’an tên darizandin. Divê delîlên ku pêwiste ji xala 302’an bên darizandin divê dînin holê. Li vir bi armanca tola xwe hilînin darizandinê dikin. Li gorî vê yekê îdîaname hatiye amadekirin. Tu delîlên şênber ên ku muwekilên me sûc kirine tune ye. Kesên îfade dane di bin îşkenceya giran de îfade dane.    Kesa girtî tê darizandin Nurşan Demir jî anî ziman ku ji ber bi kurdî parastin kiriye parastina wê şaş hatiye wergerkirin.  Demir, xwest der barê sûcdariya wê de delîlên şênber dînin holê ku zanibe ji ber çi tê darizandin.   Bersûc Mehmet Faruk Engîn ê girtî tê darizandin anî ziman ku îdîanameya îdîaname 2 salin negihiştiye destê wan û wiha got: "Dema ez ji Girtîgeha Tîpa F a Hêjmar 2 a Osmaniyê anîm Mêrdîn, ez rastî erîşa 70 gardiyanan hatim.    Prz. Gulbin Şahîn jî anî ziman ku parêzer, malbat û endamên çapemeniyê di ketina salonê de rastî astengiyê tên û ev helwesta heyeta dadgehê rexne kir û wiha got: "Heta li çenteyê me lêgerînê dikin. Ger ku ev helwest wisa bidome ez dê nekevim danişînê. Der barê 2 muwekilên min de delîl ne şênber in. Muwekilê min Mehmet Faruk Engin diyar kir ku îdîanameya wî nehatiye. Ji ber darizandina bûyerê parastina siyasî kirin. Niha tenê ji ber daxuyaniyên şahidan girtî ne û tên tawanbarkirin. Ji bilî vê yekê tu delîl tune ye. Niha Nurşen Demîr dayika 5 zarokan e û her kes wê wekî dayik nas dike. Em dixwazin dosyayên teşhîrkirinê bên lêkolînkirin û lepirsîn. Der barê dosyayê de biryara veşartinê heye. Muwekîlên me li Lîseya Suleyman Bolunmez Teknîkê rastî îşkenceyê hatine. Muwekila min Nurşen Demir dakiya 5 zarokan e. Divê serbest bê berdan."    Ozgur Sevîm jî parastin kir û diyar kir ku dema çû tuwalete leşkerekî serê xwe lê hejandiye û ew leşkerê ku li midûriyeta polîsan îşkence lê kiriye ye.    Girtî Îsmail Yilmaz  jî diyar kir ku îro darizandina wan dê sibê li zanîngehan bibe derst û bê xwendin. Yilmaz, ji heyeta dadgehê pêşniyar kir ku dîroka gelên bindest bixwîne û lêkolîn bike. Em dibêjin em pir kêfxweşim ku tekoşîna Mahir, Mazlum, Denîz, Spartakus, Bedrettinan heye. Ez carek din li salonên dadgehên faşîst rêhevalên xwe bibîr tînim. Ger hûn dixwazin Nisêbînê fam bikin li pişt rûpelên dirokê binerin. Em dibêjin diyalektîka dîrokê. Heta hûn li pişt rûpelên dîrokê nenerin hûn nikarin tiştekî ji dîrokê fam bikin. Yilmaz, anî ziman ku rexneyên li Erdogan dikin rexneyên siyasî ne û ev mafê wan heye û wiha got: "Çima li wan doz nayê vekirin. Erdogan her dem di şexsê Kemal Kılıçdaroglu de Elewiyên Kizilbaş dike hedef. Çima Erdogan heqaret dike û li wî lêpirsîn nayê vekirin? Li ser vê yekê dozger mudaxaleyî parastinê kir. Yilmaz got "Mudaxaleyî min nekin. Mafê rexneyê heye. Tu hevî û bendewariya min ji faşîzmê tune ye. Dê gel bi ser bikevin û faşîzm têk biçe. Bijî Marksizm bijî Leninizm."