Wêneyên îşkenceya li Efrîniyan dikin hat kêşandin 2018-04-20 15:42:26 EFRÎN - Piştî Tirkiye Efrîn dagir kir û şûn de, her roj wêneyên komên hevkarên wê OSO yên welatiyan îşkence dikin, derdikevin holê. Komên hevkarên Tirkiyeyê OSO vê carê jî îşkence li welatiyek Efrînê Alî Îbrahîm kirin.   Pêkanînên dizî, talan, revandin, îşkenc û kuştinên komên OSO yên hevkarên Hêzên Çekdarên Tirk (TSK) û komên girêdayî wê OSO ên li Efrînê berdewam dikin. Piştî Tirkiye Efrîn dagir kir û şûn de, hema bêje her roj wêneyên komên OSO yên welatiyên Efrînê îşkence dikin, derdikevin holê. Komên OSO vê carê jî li gundê Nisriye yê navçeya Cindirisê bi ser mala Alî Îbrahîm de girtin. Di dema serdegirtinê de Îbrahîm ne  li mala xwe bû. Îbrahîm dûre li navenda navçeyê ji aliyê endamên OSO ve hat binçavkirin. Komên OSO yên Îbrahîm binçav dikin, îşencê lê dikin. Wêneyên şopên îşkenceyê yên li Îbrahîm hatin kirin, gihan ber dest Ajansa Mezopotamya (MA) yê.    Di wêneyan de jî xuya dike ku îşkenceyek giran li Îbrahîm kirine.