Bîlgen: Erdogan dê bibîne ka kê di sindoqan de difetise 2018-04-20 12:50:42 ENQERE - Berdevkê HDP’ê Ayhan Bîlgen bersiv da gotinên “wan di sindoqan de veşêrin” ên Erdogan û got: “Dixwaze pevçûnên arezûyên xwe jî li ser me birêve bibe. Lê civak vê dibîne. Dê kê di sindoqan de bê veşartin û fetisandin em ê di demek nêz de bibînin.”  Berdevkê Partiya Demorkatîk a Gelan (HDP) Ayhan Bîlgen derbarê mijarên di rojevê de li navenda partiya xwe civîna çapemeniyê li dar xist. Bîlgen destnîşan kir ku ew di nêvengek ku zext li ser medyayê hene û gelek girtin çêdibin diçin hilbijartinê û ev yek jî adilbûna hilbijartinê çawa pêk were nîşan dide.    BÎLGEN JI TRT’Ê RE GOT: EM HATIN HÛN NE LI MAL BÛN    Bîlgen behsa midurê nûçeyan ê TRT’ê ku ji televîzyonek Fransayê re daxuyandiya derbarê HDP’iyan de kir û got: “Em çûn TRT’ê lê roniyên we girtîbûn û hûn ne li mal bûn. Ji ber vê yekê em nikarin derkevin weşanê. Em ne ew kesên bitirsin derkevin weşanê televîzyonan, lê em dizanin rêveberên TRT’ê çiqas ditirsin me vexwînin weşanên TRT’ê.”    Bîlgen biryara hilbijartina pêşwext a 24’ê Hezîranê nirxand û wiha got: “Heta beriya niha jî digotin hilbijartina pêşwext xiyanet e. Lê niha çibû gelo hûn ketin pey derûniya hilbijartinê. Qey tu yê bêjî hinek li pey wan in. Dirêjkirina OHAL’ê û weşandina KHK’iyan ji xwe re wek qewîn û sitûn dibînin û diçin hilbijartinê. Bi îlankirina OHAL’ê diçin hilbijartinê. OHAL û KHK ji xwe re wek avantajê dibînin û biryara hilbijartinê didin.”    ‘DÊ RIHA, MÊRDÎN Û COLEMÊRG BIRSIVA CEZAKIRINÊ BIDE’    Bîlgen bertek nîşanî betalkirina parlamenteriya Osman Baydemîr û Selma Irmak da û wiha domand: “Roja ku dirêjkirina OHAL’ê didin, betalkirina wekîlên me jî anîn rojeva Meclîsê. Di heman rojê de wekîliya Irmak û Baydemîr xistin. Li aliyekî wekîliyê betal dikin û li aliyê din jî ceza didin wekîla me Gulser Yildiri. Ev ceza û betalkirin, cezakirina Riha, Mêrdîn û Colemêrgê ye. Dê Colemêrg, Mêrdîn û Riha jî bersiva vê yekê bide.”    BANGA QEYÛM LI ERDOGAN KIR    Bîlgen bal kişand ser gotinên “wan di sindoqan de bifetisînin” ên Serokomar Recep Tayyîp Erdogan û wiha bertek nîşan da: “Em jî bang dikin û dibêjin, namzetek din nîşan nedin û qeyûman bikin namzetên xwe. Ka bibînin gel namzetên xwe hildibijêr e an jî qeyûmên we ku qaşo xizmetê dikin dibijêr e. Baweriya me bi rêzgirtina gel tê. Heta roja îro bedelên herî giran dide û baweriya me bi vê bedel dayîna wan tê. Jixwe kampanya hilbijartinê qeymeqamê wan û waliyê wan birêve dibin. Mirov nikare nav li vê yekê bike. Heke ku mirov burokratên wan ên li wan deran wek siyasetmedar bilêv bike, dê bibe pênasekirina herî baş ya helwestgirtinê.”    ‘HÎTLER JÎ TENEZÛL NEDIKIR’    Bîlgen anî ziman ku dê hikumet hewl bide operasyonek mîna ya Efrînê pêk bîne û wiha dewam kir: “Dê polîtîkayek wek operasyona li dijî Efrînê, pêk anî dê heman stratejiyê di hilbijartinê de jî li dar bixe. Em nizanin dê çi encam derkevin, lê dê tiştekî ji bo xêra welat bi dest nexin. Hîtler jî tenezûl nedikir yahudiyên dikuşt bijmêre û siyasetê bike.”    ‘STRATEJIYA ME LÊGERÎNA ÇARESERIYA GIŞTÎ YE’   Bîlgen, di dewama axaftina xwe de wiha got: “Em ê roja Yekşemê civîna MYK û roja Çarşemê jî civîna Meclîsa Partiyê pêk bînin. Di civînan de rojevên me  yên sereke dê diyar kirin stratejiya hilbijartinên pêşwext be. Stratejiya me ne tenê dê li dijî zilamên takekesî be, di heman demê de ji bo çareseriya giştî jî dê lêgerînên me hebin. Em raste rast pêşniyarên pergalekê bikin. Heya roja îro me bi komên têkiliyên me bi hevre heyîn re nîqaş dan meşandin û dixwazin vînekê hemû beşan dixwe nava xwe pêş bixin. Di her şert û mercê de emê bên gel hev û derfetên xwe bidin zorê. Bi taybetî binyata partiya me rastî zextên girtin û binçavkirinê pir hatin. Ji ber vê divê em bi hêzeke mezin kampayeya xwe bi rêve bibin. Ji bo ewlekariya sindoqan jî ji niha de em banga hestiyariyê li raya giştî dikin. Pewîste hemû raya giştî hay ji deng û ramanên xwe hebin û xwedî derbikevin.”   ‘CIVAN DÊ VAN NEGIRE’   Bîlgen, piştî daxuyaniya xwe pirsên rojnamegeran bersiva da û wiha bilêv kir: “Me aştî bi hesabên biçûk nexwend. Em aştiyê weke berjewendiyên civakê dibînin. Ên ku li ser hesabên biçûk nêzî aştiyê dibin, darbe li pêşeroja civakê dan. Kijan partî ji bo aştiya Tirkiyeyê hewl bide, emê keyfxweşiya xwe ji bo wan bînin ziman. Li aliyekê li STK’an digerin û li aliyê din jî ji bo wekîlekê ceza bikin her tiştî ferz dikin. Civak van hemûyan dibîne û  dê wan negire.”   ‘EM SERKEFTINÊ BI PLAN DIKIN’   Bîlgen derbarê berendamê Hevserokê Giştî yê HDP’ê yê berê Selahattîn Demîrtaş de jî ev agahî dan: “Di civîna me ya Meclîsa Partiyê de emê rêbaza diyarkirina berendaman jî diyar bikin. Bêguman ji raya giştî pêşniyar hene. Daxuyaniyên Demîrtaş jî hene. Ji bo me hem pêşniyar û hem jî daxuyanî girîngin, lê ez nikarim niha tişteke şên ber bêjim.”   Bîlgen, di dawiya axaftina xwe de wiha got: “Divê bi partiyên din re nîqaşên pirensîp bên kirin. Berî her tiştî ji bo me pîvan net bûn. Emê di civîna MYK’ê de gavên şênber bavêjin û di civîna Meclîsa Partiyê de jî em ê nîqaşan derbas bikin û dest bi hevdîtinan bikin. Emê li rêyê serkeftinê bigerin. Emê berpirsiyarek aktîf bigirin ser milê xwe. Civak dixwaze hevparbûn çêbe û divê partiyên siyasî jî girîngiyê bidin vê yekê.”