Gefên hilbijartinê dest pê kirin: Dengê xwe bidin AKP’ê 2018-04-20 11:09:17 MÊRDÎN – Xebatkarên DEDAŞ’ê û fermandarê qereqolê ji bo xetên ceryanê bixin bin erdê çûn gundê Tixûbê ya navçeya Rişmilê û fermendarê leşkeriyê ji gundiyan re wiha got: “Heke ku hûn di hilbijartinê de dengê xwe bidin AK Partiyê, em ê we rehet bihêlin.”  Li gundê Tixûbê ya bi ser navçeya Rişmil a Mêrdînê bi îdiaya “Gundî ceryana qaçax bikar tînin” komên Şîrketa Anonîm a Belavkariya Ceryanê ya Dîcle (DEDAŞ) çûn gund û xwestin xetên ceryanê daxînin bin erdê. Hat zanîn ku xebatkarên DEDAŞ’ê û leşker li gel hev çûne gund û zext li ser wan kirin e. Di vê navberê de hat zanîn ku fermanderê leşkeriyê yê çû gund bi gundiyan re axiviye û bal kişandiye ser hilbijartinên 24’ê Hezîranê û wiha gef li gundiyan xwar: “Heke ku hûn di hilbijartinê de dengê xwe bidin AK Partiyê, em ê we rehet bihêlin.”    Gundiyan bertek nîşanî zextên li ser wan pêk hatine dan.   Gundiyan got ku fermandar li gel gefê li wan xwariye jî gundiyan arasteyî Rêxistina AKP’ê ya Navçeyê kiriye.    ‘JI BER EM NE ALÎGIRÊ AKP’Ê NE VÊ YEKÊ DIKIN’    Şêniyêk gund ê ji ber ewlehiyê nexwest navê xwe bide şahidiya gefên li ser gundiyan kir û wiha got: “Ev ji hefteyekê zêdetir e DEDAŞ û leşker li ser me zextan dikin. 118 aboneyên ceryanê li gund hene. Tenê dixwazin xetên me bixin bin erdê. Roja sêşemê leşker û polîsên tîmên taybet hatin gund. Duh jî fermandarê leşkeriya navçeyê û komek pê re hatin gund. Fermanda ji me re got ‘Heke ku hûn di hilbijartinê de dengê xwe bidin AK Partiyê,  em ê we rehet berdin.’ Li ser vê yekê keyayê gund û komek gundî jî çûn bi rêveberên AKP’ê yên navçeyê re hevdîtin kirin. Lê ez nizanim çi axivîne.”    Şêniyê gund da zanîn ku ji ber ew ne alîgirên AKP’ê ne tenê vê pakênaîna ceryanê li ser gundê wan pêk tînin û wiha got: “Çi dibe bila bibe, em ê dengê xwe nedin wan.”