Arsan nîqaşên rojnameger “Divê çibikin” nirxand: Divê medyayek xweser bê avakirin 2018-04-20 11:08:06 ENQERE - Doç. Dr. Esra Arsan, nîqaşên rojnameger “Divê çibikin” ên piştî êrîşên li ser medyayê zêdebûn hat destpêkirin nirxand û got: “Divê modelek kar a çewherî û serbixwe bê avakirin.” Bi îlan kirina OHAL’ê re gelek sazî û rêxistinên medya û çapemeniyê bi biryarên KHK’ê hatin girtin û zextên li ser çapemeniyê zêdetir bûn. Di şert û merçên OHAL’ê dîsan gelek rojnameger hatin binçavkirin û girtin. Piştî Medya Dogan hat firotin û qeyûm tayînî rojnameya Ozgurlukçu Demokrasî, Çapxaneya Gun hatin kirin û xebatkarên wê hatin girtin, xebatkarên çapemeniyê li ser vê yekê dest bi nîşanên rojnameger “Divê çi bikin” bi rêve birin. Akademîsyen Doç. Dr. Esra Arsan, nîqaşên “Divê rojnameger çi bikin” nirxand û wiha axavîİ: “Êrîş û zextên li ser rojnamegertiyê zêde bûne. Di pêvajoyek wiha de divê tevlîbûna xwînêran bên zêde kirin. Divê kadroyên profesyonel bên xebitandin û modelek xweser bê avakirin.”    'EM DI REJÎMEK ÊRÎŞKAR DE DIJÎN'   Arsan ji Ajansa Mezopotamya (MA) re axivî û wiha got: “Rojnamegerî êdî bûye karekê bi taloke. Medya serdest ketiye dibin kontrola desthilatdariyê. Em di rejîmek êrîşkar de dijîn. Ev rejîm derewan dixe nûçe û dixwaze bi me bide qebûl kirin. Tiştek nema ku nehat serê rojnamegerên nûçeyên rast dinivîsin. Hemû rojnamegerên baş, ji derveyî sektorê hiştin. Dibin şert û mercên heyî de li ser navê çapemeniya azad, em di pêvajoyek nebaş re derbas dibin.”   'NE GAZINC KIRIN, PIŞTEVANÎ PÊWÎSTE’    Arsan, bersiva pirsa rojnameger û nivîskar “di van şertande divê çibikin? bersivand û wiha bilêv kir: “Divê em li ser modela medyaya eniyê baş nirxandin bikin. Li şûna em tim gazinc bikin, divê em ji derde xwe re derman bibînin û rêyên nû bihûnin. Divê em li şûna kedxwariyê azadiye, li şûna pasîfbûnê profesyoneltiyê û li şûna derewan rastiyê pêş bixwin.    'EM PROFESYONELTIYÊ AVA BIKIN'   Arsan, da zanîn ku divê hêzên mûxalî û alternatîk bibin banek hevpar de kom bibin û wiha dawî li axaftina xwe anî: “Avakirina hêza hevpar girînge. Rojnamegetî berî her tîştî kareke û rojnameger bi vî karî qezenca xwe bi dest dixwin. Ji bo modela kar ê rojnamegertiyê pêş bikeve, pêwîstî bi hêza avakirina nûçeyên hevpar heye. Divê modelek kar a çewherî û serbixwe bê avakirin.”   MA / Dîren Yurtsever