Amediyan: Gel dê dersa pêwîst bide AKP û MHP'ê 2018-04-20 10:09:50 AMED - Gelê Amedê derbarê biyara hilbijartina pêşwext de axivin û gotin: “Êdî AKP nikare welat birêve bibe. Ji ber vê, ji bo şansê xwe yê dawî diçe hilbijartinan. Gelê kurd bûyerên bi serê wan de hatin qet ji bîr nake û dersa pêwîst dê bidin îtîfaqa AKP û MHP’ê.” Tirkiye di 24’ê Hezîranê de carek din diçe ser sindoqan. Biryara îtîfaqa AKP-MHP’ê ya hilbijartinên pêşwext dê dibin êrîş û zextên OHAL’ê de pêk bê. AKP-MHP dinava çand krîzên li Tirkiyeyê tên jiyîn de, bi hilbijartinên pêşwext ji bo xwe li rêyekê digirin û hêviyên xwe bi hilbijartinan ve girê dane. Amediyan biryara hilbijartinên pêşwext nirxandin û gotin: “Tu ewlekariya sindoqan tuneye.”   ‘GEL DÊ DERSEK BAŞ BIDE WAN’   Welatî Seyfî Orak ê 35 salî, diyar kir ku di şert û mercên heyî de çûyana hilbijartina ne raste û wiha axivî: “Berî her tiştê divê OHAL’ê rabikin. Dek û dolabên di hilbijartina OHAL’ê de bikin mirov dixwe nava fikaran. Tim çûyîna  hilbijartinan nebaşe. Şerê desthilatdariyê didin meşandin. Ji ber vê diçin hilbijartinê. Dibêjin aborî başe. Gelo em çima wê başiyê nabînin. Bi mîlyonan mirov bêkarin. Li şûna bendewariya nan a van mirovan derbas bikin, hilbijartin avêtin holê. Di her hilbijarinê de bi mîlyonan polar xerc dikin. Li şûna pareyên dewletê ji bo civakê xerc bikin, ji bo xwe xerc dikin. Weke gel lîstîkên li ser me tên lîstîn emê di hilbijartinan têk bibin. Niha çavê cîhanê li ser Tirkiyeyê ye. Parlamenterên bi vîna gel hatin hilbijatin di girtîgehan dene. Gel dê dersek baş bide van.”    ‘AKP’Ê WEXTÊ XWE DERBAS KIRIYE’   Mamoste Mehmet (65) ê nexwest paşnavê xwe parve bike jî, anî ziman ku lezê didin hilbijatinê û wiha got: “Bi vê hilbijartinê re dê aborî hîn xerabtir bibe. Dê OHAL’ê daîmî bikin. AKP-MHP dê vê hilbijartinê winda bikin. Tu şansekê wan tuneye. Ji ber ku tu şansekê wan tuneye, di xwazin ji şert û mercên OHAL’ê sûdê bigirin. Dê hilbijartinek ne bi ewle be. Partiyên mûxalîf divê hêzek hevpar ava bikin û ji bo ewlekariya hilbijartinê bên erkdar kirin. Hikûmeta AKP’ê bi hilbijatinên di demên xwe de kirin tim besnê xwe dida, lê rastî ne wisane. Berî sê mehan gava behsa hilbijartinên pêşwext dihat kirin, Serokomar Erdogan li ser pêngava xwe diaxivî. Ji xwe bi Bahçelî tifa  xwe alast. Gelek parlamenterên HDP’ê girtîne. CHP piştman bûye, lê êdî pir derenge. AKP’ê jî wexta xwe derbas kiriye. Kurd êdî deng nadin AKP’ê.”   ‘ÊDÎ NIKARIN BI RÊVE BIBIN’   Fikret Eker ê 50’î salî jî, da zanîn ku hilbijarina şansê dawî yê AKP’ê ye û wiha bilêv kir: “Êdî AKP nikare welat bi rêve bibe û dixwaze şansê xwe yê dawî bikar bîne. Li Tirkiyeyê mirov ne keyfxweşin. Li cihekê OHAL hebe, ne mimkûnê hilbijatin baş here. Teqez dê îtîfaqa Erdogan-Bahçelî bi ser nekeve.”    'GELÊ KURD TIŞTÊN BI SERÊ WAN DE HATIN QET JÎR NEKE'    Mehmet Alî Alkas ê 55 salî jî, dest nîşan kir ku aboriya Tirkiyeyê têk çûye û wiha axivî: “Biryara hilbijartinê ne raste. Ji ber ku ewlekariya hilbijartinê tuneye, dê hilbijartinek formalîte bikin. Ez bang li hilbijêrên Kurd dikim ku di hilbijartinê de xwedî vîna xwe derbikevin.”   Ramazan Mugla yê 38 salî jî, diyar kir ku divê hilbijatin pêk werin û wiha got: “Divê hinek tişt bên guhertin. Dê AKP winda bike. Di hilbijartinê dê dengên gelê kurd her tişî diyar bike. Gelê kurd tiştên bi HDP’ê, Demîrtaş û bi serê wan hatin kirin qet ji bîr nakin. Emê dengên xwe bidin HDP’ê.”   ‘KURD DENGÊN XWE NADIN AKP’Ê’    Serdar Ateş ê 22 salî û Hayrîye Taşkan a 27 salî jî, dan zanîn ku kurd dengên xwe nadin AKP’ê û wiha gotin: “Gelê kurd dê dengên xwe bide xwe. Kurd parlamenteran hildibijêre, lê wan dixwin girtîgehê. Ger wisan bikin, bila qet neçin hilbijartinê. Baweriya  me  heye ku HDP dê dengên mezin bigire.”   ‘PIŞTÎ DEMOKRASÎ TUNEBE…’    Salîh Kizil ê 63 salî, dikandar Emrah Karakaş ê 36 salî û Îlhan Becerîklî yê 45 salî bal kişandin ser rewşa OHAL’ê û wiha axivîn: “Heya demokrasî tunebe, tu wateya hilbijartinê jî tuneye. Biryara hilbijartinê, biryara Bahçelî bû. Dixwazin OHAL’ê ji bo xwe vegirînin fersendekê. Kaosa aborî li Tirkiyeyê tê jiyîn. Berî her tiştî bila vê krîzê çareser bikin. Di hemû hilbijartinan de gelê kurd dersên baş didin wan. Dê di vê hilbijartinê de jî derseke baş bide tîfaqa AKP û MHP’ê.”   MA / Rifat Şahîn