Qedexeya li ser zozanan ranebe dê sewalên xwe bifiroş in 2018-04-20 09:32:19 WAN – Walîtiya Wanê 112 zozan û çol bi hinceta “Herêma Ewlehiya Leşkerî ya Derbasdar” li xwediyên sewalan qedexe kiriye. Xwediyên sewalan anîn ziman ku ev biryarê wan mexdûr kiriye û heke ev qedexe ranebe dê sewalên xwe bifiroş in.  Li çolterên navçe û bajarên herêmê qedexeya derketina zozanan û çolan didome. Yek ji van bajaran jî Wan e. Walîtiya Wanê 112 zozan û çol li xwediyên sewalan û koçeran di bin navê “Herêma Ewlehiya Taybet a Leşkerî” de qedexe kiriye. Qedexeya zozanan bandorek neyînî li ser koçer û xwediyên sewalan dike. Qedexeya herêman li tevahiya navçeyên Wanê pêk tê.    Ji ber qedexeya zozanan kesên sewalan li navçeya Rêya Armûşê ya Wanê xwedî dikin ji bo derkevin zozanan meheke amadekariyê xwe dikin, lê ji ber vê qedexeyê bi rewşeke nediyar re rû bi rû ne.    ‘JI BER QEDEXEYÊ EM BI QILQAL IN’    Alî Aslan (57) ê 30 sal e sewalan xwedî dike diyar kir ku wî plan dikir ku sewalên xwe bibe herêma Çiyayê Pîr Reşît a di navbera navçeyên Qeleqelî û Ebexê û lê ka ew nizane ev herêm qedexeye an na. Aslan got: “Ji ber qedexekirina zozanan em biqilqal in. Sala par jî ji ber zozanên me qedexe kiribûn, em neçûn cihekî. Gelek kes ji ber vê qedexeyê neçar man sewalên xwe bifiroşin.”    Aslan anî ziman ew dixwazin qedexeya li ser zozanan bi dawî bibe û wiha got: “Dema em sewalên xwe dibin zozanan, şîr û goştê wan zêde dibe. Dema em dernakevin zozanan berevajî vê karê me dibe. Êm û mazot jî biha ye. Ji ber vê yekê li Wanê sewalkarî hatiye asta xelasbûnê. Tekane daxwaziya me ew e demildest qedexeya li ser zozanan rabe.”    ‘ÊDÎ EM NIKARIN SEWALÊN XWE JI AXÛRAN DERBIXIN’    Şaban Temel ê 20 sal e sewalkariyê dike jî destnîşan kir ku ew difikirin îsal biçin zozanên Norduzê ya li herêma Payîzavaya Wanê û ji ber qedexeya li ser zozanan sewalkariyê xelas kiriye. Temel wiha axivî: “Hemû zozan qedexe ne. Êdî em nikarin sewalên xwe ji axûran derbixin. Êmê sewalan gelek biha ye. Em ne dikarin bikirin û ne jî dikarin sewalên xwe bifiroşin. Mirov mexdûr û şerpeze bûne. Bila qedexeyê rakin.”    ‘HEKE QEDEXE JÎ HEBE EM Ê DERKEVIN ZOZANAN’    Şahîn Orhan (50) jî da zanîn her çiqas zozan qedexebin jî dê sewalên xwe derxe Zozanên Kirapêtê û got: “Qedexeya li ser zozanan ji bo me gelek zehmet e. Me dixe nav rewşek bêzar. Em neçar in biçin zozanan. Heke em neçin zozanan zirarek mezin li pêşiya me ye.”    ‘DESTÛR NEDIN EM Ê SEWALAN BIFIROŞ IN’    Tayîp Işik (55) jî destnîşan kir ku her çiqas Zozanên Dûawê qedexekirîbin jî dê derbikevin zozanan û heke destûra derketina wan zozanan nedin dê neçar bimîne hemû sewalên xwe bifiroşe û bêkar bimînin.