Wanî ji hilbijartina zordest re amade ne: Em ê çem û çem bişînin 2018-04-20 09:31:22 WAN – Welatiyên Wanê der barê hilbijartina pêşwext de axivîn û gotin: “Em ji Hezîranê hez dikin. Wê rojê em ê wan têk bibin. Em ê tifaqa ku xwestin li Efrînê bi rûmeta gelê kurd bileyizin têk bibin. Dê çem û çem biçin.” Li Tirkiyeyê li aliyekî Rewşa Awarte û şer hey e û li aliyekî jî niha serdema hilbijartina pêşwext û zordest dest pê kir. Tifaqa AKP û MHP’ê biryara hilbijartina pêşwext girt û dê di 24’ê Hezîranê de hilbijartin pêk bê. Me hilbijartina peşwext ji welatiyên Wanê pirsî û wan jî bersiv da pirsên ajansa me Mezopotamyayê.    'EM KURD JI HEZÎRANÊ HEZ DIKIN’    Mehmet Uçar ê der barê hilbijartina pêşwext de nêrînên xwe anî ziman wiha got: “Em kurd dixwazin hilbijartina pêşwext çêbibe. Çi qas zû pêk bê ewqas baş e. Hilbijartin pêşwext pêk bê, dide xûyakirin dê ew jî hewqas zûtir biçin. Em kurd ji meha Hezîranê hez dikin. Ger AKP û MHP diziyê neke, qet dê bi ser nekevin. Çiqas tifaqê dikin bila bikin, lê tenê bila diziyê nekin. Hêj du meh ji hilbijartinê re heye. Bila namzetên HDP’ê diyar bibin, dê wê demê qadan bibînin.”    'EM Ê TIŞTÊN TÎNIN SERÊ ME JI BÎR NEKIN’    Firat Coşkun jî destnîşan kir ku pêwîst e gelê kurd destê xwe deyne ser wîjdanê xwe û biçe hilbijartinê û got: “Divê kurd tiştên li dijî wan didin qewimandin qet jî bîr nekin. Bila kurd şerê dispêrin wan ji bîr nekin. Lazim e qet kurd deng nedin vê tifaqa nijadperest. Pêwîste êdî kurd ji van partiyan dûr bikevin û xwedî li rûmeta xwe derbikevin.”    'MA DI OHAL’Ê DE HILBAJIRTIN DIBE?’    Emîn Baytar jî da zanîn ku hilbijartina 24’ê Hezîranê hilbijartinek zordest e û wiha axivî: “Li vir şertên hilbijartinê nîn in. Gelo di bin siya OHAL’ê de hilbijartin dibe? Hilbijartinek di bin siya çekan de pêk bê, hilbijartinek hiqûqî nîne. Ez ne bawer im bibe serok. Lê ku neheqiyan bikin, dê bibe serok. Tu ferqa AKP û MHP’ê ji hev nîne, paşeroj û polîtîkaya wan wek hev e. Divê gel xwedî li vîna xwe derbikeve.”    'KURD PIŞTÎ EFRÎNÊ JI AKPÊ VEQETIYAN’    Nedîm Ozer jî anî ziman ku heke deng neyên dizîkirin dê ev hilbijartin bibe serkeftina kurdan û got: “Lê ku diziyê bikin, dê dîsa biser bikevin. Kurdên deng didan AKP’ê piştî Efrînê ji AKP’ê veqetiyan. AKP dê çem û çem biçe."    'EM EFRÎNÊ JI BÎR NEKIN’    Nîmettûllah Keve jî diyar kir ku Tayyîp Erdogan dît ku aboriya Tirkiyeyê ber bi têkçûnê ve diçe biryara hilbijartina pêşwext girt û vê bangê li kurdan kir: “Bila gelê kurd Efrînê ji bîr nekin. Bi rûmeta gelê Efrînê leyîstin, lê bila vê carê nehêlin bi rûmeta wan bê leyîstin. Dê kurd dagirkirina li Efrînê jî bîr nekin û li ser sindoqan bersiva herî baş bidin wan.”    'DIVÊ YEK WEKÎLÊ DERNEXIN’    Nadîr Mete jî destnîşan kir ku divê kurd êdî bersiva herî xûrt bidin vê desthilatdariyê û got: “Îro hemû şaredariyên kurdan hatin xespkirin û siyasetmedarên me hatin girtin. Li Tirkiyeyê qirîzek mezin a aborî heye. Divê êdî kurd bi ser hişê xwe ve werin û bersivê bidin van. Pêwîste ev tifaq yek wekîlê ji Kurdistanê negire.”    'EM Ê TÛRÊ ERDOGAN BIDIN PIŞTA WÎ Û BIŞÎNIN’    Gelek şêniyên din ên Wanê ku ji kamerayên me re axivîn wiha gotin: “Em ê tifaqa AKP-MHP’ê têk bibin. Ev hilbijartin dê bibe hilbijartina paqijkirina Erdogan. Em ê bi ser bikevin û ew ê birevin. Du meh şûn ve em ê tûrê Erdogan bidin pişta wî û bişînin.”    MA / Mujdat Can / Mahmut Ruvanas