Tayînkirinên watedar ên qeyûm! 2018-04-20 09:28:16 AMED – Li Sekreteriya Giştî ya Şaredariya Mezin a Amedê ya qeyûm tayînî wê hat kirin Muhîsn Eryilmazê ku berê du caran ji AKP'ê bû endam lê nehat hilbijartin hat bicihkirin. Her wiha serokatiyên daîreyan jî pêşkeşî malbata Wezîrê AKP'î yê berê Mehdî Eker hat kirin.  Li Şaredariya Mezin a Amedê ya qeyûm tayînî wê hatiye kirin, guherandina kadroyên daîreyên girîng balê dikêşin. Qeyûmê Şaredariya Mezin a Amedê CûmalîA tîlla serokên daîreyan ji Wezareta Perwerdehiya Netewî anî bûn, lê belê paşê ew şandibûn. Lê belê niha tayînkirinên nû yên Atilla balê dikêşin. Atilla, Muhîsn Eryilmazê ku berê du caran ji AKP'ê bû endam lê nehat hilbijartin li Sekreteriya Giştî ya Şaredariya Mezin a Amedê bi cih kirin. Her wiha berê jî Alî Fûat Eker û Ayşe Handan Eker jî li serokatiyên daîreyên cuda hatibûn bicihkirin.    JI AKP'Ê DU CARAN BÛ NAMZET LÊ NEHAT HILBIJARTIN    Muhsîn Eryilmazê ku di hilbijartinên herêmî yên 2009'an de li navçeya Fethiyeyê ya Mûglayê li ser bavê AKP'ê bû namzetê şaredariyê, lê belê nehat hilbijartin û li ser vê di sala 2011'ab de di hilbijartinên giştî de vê carê li ser navê AKP'ê bû namzetê parlementeriyê, lê belê dîsa jî nehat hilbijartin. Ertilmaz di gelek qedemeyên Wezareta Karên Navxweyî de peywir wergirt. Berê peywira Serokê Daîreya KÎHBÎ ya Wezareta karên Navxweyî û Alîgiriya Komîseriya Serokatiya Daîreya Navendî ya Kontrola Sereke ya Midûriyeta Giştî ya Emniyetê kiriye.    SEROKATIYÊN DAÎREYAN PÊŞKEŞÎ MALBATA EKER HATIN KIRIN    Her wiha tişteke din ku balê dikêşe jî, tayînkirina Serokatiya Daîreya Karên Çandî û Civakî ye. Berê hatibû derpêşkirin ku Alî Fûat Eker, biraziyê Wezîrê Çandinî û Sewalvaniyê yê berê Mehdî Eker, bêyî ku têkeve azmûna KPSS'ê bûbû karmend. Ev yek ji aliyê Halûk Koçê CHP'Î ve hatibû daxuyandin. Alî Fûat Ekerê ku berê li Midûriyeta Çandiniyê ya Bajêr Amedê dixebitî, piştî qeyûm tayînî şaredariyê hat kirin bû, tayînî serokatiya daîreyî hat kirin û hîn vê peywira xwe didomîne.    Ligel vê, Ayşe Handan eker, biraziya mehdî Eker, ku berê lu Amedê li Qursa Qur'anê ya Beratê dixebitî, piştî qeyûm tayînî şaredariyê hat kirin tayînî Serokatiya Daîreya Xizmetên Destekê hat kirin û hîn jî vê peywirê didomîne.