Ji bo nexweşên şîzofrenî çalakiyek texsîr kirin 2018-04-20 09:25:11 DÎLOK-  Seroka Komeleya Piştevaniyê ya Nexweşên Şîzofrenî û Xizmên Wan a Dîlokê Serpîl Acioglû, diyar kir ku wan xwestiye 11'ê Nîsanê Roja Têkoşîna Li Hemberî Şîzofreniyê Cîhanê bi çalakiyekê derbas bikin, lê Şaredariya Mezin a Dîlokê bersiv nedaye wan. Acioglû, ev nêzîkatî rexne kir û xwest bi mantiqa dengan (rayan) li komeleya neyê nêrîn.  Ji bo balê bikişîne ser nexweşîna şîzofreniyê, 11'ê Nîsanê wekî Roja Têkoşîna Li Hemberî Şîzofreniyê tê pîrozkirin. Seroka Komeleya Piştevaniyê ya Nexweşên Şîzofrenî û Xizmên Wan a Dîlokê Serpîl Acioglû, destnîşan kir ku ew naxwazin civak bi pênaseyên neyînî nêzî nexweşînên şîzofrenî bibin, ji dêvla wê divê bên destekkirin.    Acioglû, diyar kir ku nemaze jî rêveberiyên herêmî ji bo nexweşên şîzofrenî qadên jiyana civakî ava nakin û wan di vê çarçoveyê de gelek caran serî li Serokatiya Daîreya Berastengan a Şaredariya Mezin a Dîlokê daye. Acioglû, diyar kir ku lê belê hemû hewldanên wan bê bersiv hatine hiştin. Acioglû, anî ziman ku Şaredar Fatma Şahîn qet bi wan re hevdîtinê çênake.    ‘NEXWEŞÊN ŞÎZOFRENIYÊ XELET TÊN NASKIRIN'    Acioglû, diyar kir ku pirsgirêka wan a herî mezin ew e ku nexweşînên şîzofrenî xelet tên pênasekirin û ev rewş derûniya nexweşan û malbatên wan xirabtir dike. Acioglû, anî ziman ku ji ber bertekên neyînî nexweş xwe ji civakê dûr dixin û bi travmayên giran re rû bi rû dimînin. Acioglû got: "Dibe ku hejmara me kêm be, lê em dixwazin ji civakê re bibêjin ku nexweşîna şîzofreniyê ne nexweşîneke xisardar e. Lê belê tevî hewldana me jî, rêveberiyên herêmî destekê nadin me. Me serî li Daîreya Berastengan da û me pêşniyar kir ku di 11'ê Nîsanê Roja Nexweşînên Şîzofrenî de bernameyekê li dar bixin, lê belê bersiv jî nedan me."    ‘BI MANTIQA DENGAN NÊZ DIBIN'    Acioglû, diyar kir ku wan di sala 2014'an de sempozyûmek li dar xist û Şaredara Mezin Fatma Şahîn jî vexwand sempozyûmê, lê belê Şahîn ne beşdarî sempozyûmê bû ne jî peyamek şand.    Acioglû, destnîşan kir ku wê demê wan bertek nîşanî vê rewşê daye, lê belê wekî hincet liv û tevgera zêde ya hilbijartinê hatiye nîşandan û got: "4 sal di ser hilbijartinê re derbas bûn, lê belê hîn jî liv û tevgera wê ya zêde neqediyaye. Herî dawî 3 meh berê min randevû jê xwest. Ji bo hevdîtinê soz dan. Ji wê rojê ve ye hîn jî em li bendê ne. Rêveberiyên herêmî komeleyên endamên wan kêm esas nagirin. Bi mantiqa dengan nêzî komeleyan dibin."