Uca: Tifaqa gelê kurd ji nan û avê pewistir e 2018-04-20 09:23:07 AMED – Parlementera HDP’ê ya Amedê û Feleknas Uca anî ziman ku tifaqa ji bo gelê kurd ji nan û avê pêwistir e. Uca der barê biryara hilbijartina pêşwext de jî axivî û destnîşan kir ku wê gelê kurd bi rihê 7’ê Heziranê bersivê bide desthillatdariyê. Parlementera Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ya Amedê Feleknas Uca serdana şandeya Kongreya Civaka Demokratik (KCD) û HDP’ê ya Başûrê Kurdistanê û biryara hilbijartinê ya desthilatdariya AKP’ê û MHP’ê ji ajansa me Mezopotamyayê re nirxand. Uca berî ku bi axive Çarşema Sor/Çarşema Serê Nîsanê li hemû gelan pîroz kir û got: “Hêvîdar im bibe sedema rizgarkirina hemû gelên bindest."    ‘SERDAN JI BO YEKŞÎTIYÊ BÛ’   Uca, anî ziman ku wan biryara serdana Başûrê Kurdistanê piştî kongreya HDP’ê stand û xwastin serdana ewil a ji derveyî Tirkiyeyê li Başûrê Kurdistanê bikin. Uca, bilêv kir ku gelê Kurd di demek dîrokî de derbas dibe û pêwistiya serdana başûr wiha nirxand: “Piştî dagirkirina Kerkuk û Efrinê careke din derket pêş ku pêwistiya me bi yekîtiya neteweyî çiqas heye. Weke tê zanin di vê sersalê de careke din sînor têne guherandin. Di vê çarçoveyê de dewletên emperyal dixwazin ji derveyî vîna gelê kurd nexşerêyekê pêş bixin. Dixwazin di nava kurdan de jî parçebûnek hebe. Her wiha dixwazin hêzên kurdan ji pêvajoyan dûr bikevin. Lewma ev serdan ji bo yekîtî û tifaqiyê giring bû."    ‘YEKÎTÎ ÇÊ BIBE QETLÎAM PÊK NAYÊN’   Uca, bal kişand ser pêwistiya yekîtiya neteweyî û diyar kir ku ji nan û avê zêdetir pêwistiya kurdan bi tifaqê heye.  Uca, bal kişand ser dijminên kurdan û wiha dirêjî da axaftina xwe: "Her roj gefan li wan dixwin An em ê di vê pevajoyê de xwe rêxistin bikin û bibin yekdeng û ber bi kongreyekê ve biçin. An jî dê sedsalên din jî di ser vê firsenda niha ketiye destê me, re derbas bibe. Divê kongra neteweyî pêk bê. Navê kombûna me ne kongre jî be, lê divê em li dijî hemû cûdahî û kêmasiyan ji werin cem hev. Pêwiste di vê demê de em pirsgirêken xwe yên hizbi û heremî dînin milekî. Ger yekîtî çênebe dê qetliamên cûdatir pêk bên."    ‘MEKANÎZMEYEK HEVBEŞ DÊ BÊ AVAKIRIN’   Uca, der barê naveroka serdanê de jî agahî dan û wiha pêde çû: “Me di serî de bi birêz Mesûd Barzanî û Nêçîrvan Barzanî û hemû partiyên di meclîsa Kurdistanê û ji derveyî meclisê de hevdîtin kirin. Tişta ji van civînan jî derketî holê yekîti bû. Partiyên başûr jî gotin ku pêwistiya sereke yekîtî ye. Ji ber ku piştî Kerkuk û Efrinê niha dagirkeriya Başûrê Kurdistanê û Şengalê tê niqaşkirin. Partiyên wir xwastin ku serdanên me berdewam bikin. Ji xwe me biryar stand ku em mekanîzmeyek hevbeş ava bikin."   Uca anî ziman ku ew ji serdana Başûr bi hêvî ne û wiha got: “Gelê Kurd wê dîroka xwe bi destê xwe binivîse. Herdem serdestan dîroka kurdan nivîsiye. Lê êdi wisa nameş e. Kurd dizanin ku Kerkuk taştê bû Efrîn bû firavin."     ‘GELÊ ME WÊ BI RIHÊ 7’Ê HEZÎRANÊ BERSIV BIDE’   Uca, herî dawî hilbijartina zordest jî nirxand û wiha axivî: "Roja ku OHAL cara 7’emîn hat dirêjkirin biryara hilbijartinê hate standin. Di şertên OHAL’ê de wê hilbijartin çawa bibe. Wê çi qas adil be. Di referandûma 16'ê Nîsanê de şert û mercên antîdemokratîk hebûn. Li dijî hemû komployên desthilatdariyê jî em bi gelê xwe bawer in. Gel wê bi rihê 7’ê Heziranê bersiv bide. Em ê tola hemû bajarên hatine xerakirin bipirsin. Çareseriya vê hilbijartinê jî di destê gelê kurd de ye. Hemû partiyên Kurdistanî divê li dora HDP’ê bicivin. Hemû çepgir û demokratên Tirkiyeyê jî."