2 kes li Colemêrgê hatin girtin 2018-04-19 15:57:04 COLEMÊRG - Li gundê Rindikê di serdegirtina malan de 2 kesên hatibûn binçavkirin, hatin girtin.  Li gundê Rindikê yê Colemêrgê, hêzên ewlehiyê di 16’ê Nîsanê de bi ser malan de girtin û Abdullah Olmez binçav kirin. Yunus Olmez ê biryara lêgerîna wî heyî dema çû îfade da hat binçavkirin. Piştî binçavkirina 4 rojan du kes sewqî dozger hatin kirin. Dozger bi îdîaya “Alîkarî dayîna rêxistinê” bi daxwaza girtinê Yunus Olmez û Abdullah Olmez sewqî Dadgeha Cezayê Giran a Colemêrgê kirin. Dadger jî bi heman hincetê her du kes girtin.