Gel Baydemîr û Irmak kirin wekîl, meclîsê betal kir 2018-04-19 15:26:09 ENQERE – Meclîsa Tirkiye, wekîliya Parlementerê HDP’ê yê Rihayê Osman Baydemîr û Parlamentera HDP’ê ya Colemêrgê Selma Irmak bi boneya dadgeha îstînafê derbarê wan de ceza birî, betal kir. HDP'ê ku di hilbijartinê de 59 wekîl derxist, 11 wekilên HDP'ê wekîltiya wan hat betalkirin.  Parlementerê HDP’ê yê Rihayê Osman Baydemîr û Parlamentera HDP’ê ya Colemêrgê Selma Irmak di hilbijartina 1'ê Mijdara 2015'an de ji aliyê gel ve hatin hilbijartin. Lê piştî hatin hilbijartin Irmak di 2016'an de hat girtin û hêj girtî ye. Meclîsa Tirkiye wekîltiya parlamenteran betal kir. Tezkereyê derbarê betalkirina wekîliya her du parlamenteran de anîn Lîjneya Giştî ya Meclîsê.    Dadgehê bi sedema ku Parlamenterê Rihayê Osman Baydemîr di sala 2012'an de li Waliyê Amedê heqaret kiriye û sûcê "heqaretê kiriye" 1 salek û 5 meh û 15 roj cezayê girtîgehê birî. Piştî cezayê Baydemîr hat erêkirin wekîltiya wî li meclîsê hat betalkirin. Dadgehê li Parlamentera HDP'ê ya Colemêrgê Selma Irmak ku niha li Girtîgeha Silivrî girtî ye jî bi sucdariya “propaganda rêxistinê kiriye" 2 sal cezayê girtîgehê birî. Piştî cezayê wê hat erêkirin wekîltiya wê jî li meclîsê hat belatlikirn. Di hilbijartina 7'ê Hezîranê de HDP’ê 80 wekîl hilbijartin û birin meclîsê. Piştî AKP û MHP bûn yek û hilbijartin betal kirin, di 1'ê mijdarê de hilbijartin dîsa pêk hat. Di hilbijartina 1'ê Mijdara 2015'an de HDP'ê dîsa 59 wekîl hilbijartin û birin meclisê. Piştre bi hevkariya CHP'ê destnedayîna wekîlan hat betalkirin û yek bi yek wekîltiya wekilên HDP'ê tên betalkirin. Heta niha bi sedemên cuda 11 wekîlên HDP'ê wekîltiya wan hat betalkirin. Parlamenterên HDP'ê Tugba Hezer Ozturk, Leyla Zana û Faysal Sariyildiz ji ber neçûne meclîsê wekîltiya wan hat betalkirin. Nursel Aydogan, Ferhat Encu, Besime Konca, Ahmet Yildirim, Îbrahim Ayhan û Figen Yuksekdag jî ji ber cezayê wan hat erêkirin wekîltiya wan hat betalkirin. Piştî 11 wekilên HDP'ê hatin betalkirin hêjmara wekîlên HDP'ê daket 48'an. Parlamenterên HDP'ê Selahattin Demirtaş, Figen Yuksekdag, Selma Irmak, Abdullah Zeydan, Gulser Yildirim, Çaglar Demirel, Ferhat Encu, Îdris Baluken û Burcu Çelik Ozkan girtî tên darizandin. Niha 42 wekilên HDP’ê yên li derve çalak xebatê dimeşînin.