Doza Nisêbînê didome: Kurd bi Xweseriya Demokratîk dibêjin em hene 2018-04-19 14:38:09   MÊRDÎN - Kesên di doza Nisêbînê de tên darizandin, di danişîna duyemîn a roja çaremîn de jî Xweseriya Demokarîk vegotin. Îbrahîm Toktaş ê duh parastina wî di nêvî de ma, îro bi projeya Xweseriya Demokratîk dest bi parastinê kir û got: “Kurdên ku deşt û çiyayên wan hatin şewitandin û dagirkirin, îro dibêjin em jî hene.”   2'yemîn danişîna doza Nisêbînê ya 50’î kesên di 26’ê Gulana 2016’an de piştî qedexeya derketina derve ya li Nisêbinê hatin tehliyekirin û girtin, di roja çaremîn de li 4’emîn Dadgeha Cezayê Giran a Mêrdînê, li Salona avahiya Midûriyeta Bajêr a Merdînê ya Lijneya Ewlehiya Civakî (SGK) berdewam dike. Girtî û parêzer beşdarî danişînê bûn.    Îbrahîm Toktaş ê duh parastina wî di nivî de ma, îro bi projeya Xweseriya Demokratîk det bi parastinê kir û wiha axivî: “Xweserî li hemû deverên cîhanê bi awayekê berfih tê pêkanîn. Pirsgirêka kurd cara yekemîne dibe şahidê van nîqaşan. Gelê kurd li dijî êrîşên 5 hezar salên dawî tim li ber xwe dane û ev yek bi tevgera azadiya kurd re berfirehtir kirin. Di şêwegirtina Rojhilata Navîn de, gelê kurd hat çarparçe kirin. Kurd îro dixwazin di warî çand, bîrdozî û  leşkerî de qedera xwe diyar bikin.”    KURD BI XWESERIYA DEMOKRATÎK DIBÊJIN EM JÎ HENE’   Toktaş, anî ziman ku dîroka şaristaniyê di xala hevbirînê deye û wiha bilêv kir: “Kevir ji cihên wan tên lîstîn û li dijî vê yekê jî lêgerîna civakek polîtîk û bi exlaq ji nû ve ava bûye. Ev yek jiî projeya xweseriya demokratîke. Kurdên ku dest û çiyayên wan hatin şewitandin û  dagirkirin, îro dibêjin em jî hene. Xweseriya demokratîk tekperestiyê qebûl neke û mîna mirin û tunekirin dibîne. Xweseriya demokratîk gerdûniye. Li hemû deverê helw didi civakê li dijî dewletê bi hêz bike û girîngiyê dide vê yekê. Cihê ku lê dewlet hebe, divê li wê derê ji bo gel xwe biparêze xweseriya demokratîk hebe. Xweseriya demokratîk dibe ku bi gelê kurd re ket rojevê, lê bingeha xwe ji civakbûyînê digire. Xweseriya demokratîk hemû civake. Lê di pirsgirêka kurd de,  nêzîkatiyên şaş hene.”     'HEMÛ GELÊN LI TIRKIYEYÊ XWEDÎ MAFÊN XWESERIYA DEMOKRATÎKIN’   Toktaş, da zanîn ku gelê kurd di sedsala 21’emîn de hewl dide hebûnaxwe îspat bike û wiha got: “Ev ji bo hemû mirovahiyê mijara şermê ye, lê ji bo gelê kurd têkoşîna rûmetê ye. Ji bo pirsigêk bên çareser kirin, pê divî bi qanûna bingehîn a demokratîk heye. Ji bo ku pirsgirêka gelê kurd bê çareser kirin, divê hişmendiyeke demokratîk hebe.”    'DIVÊ ZIMANÊ DAYÎKÊ FERMÎ BIBE'   Toktaş, bal kişand ser zextên li ser zimanê kurdî û wiha domand: “Divê zimanê dayîkê bê fermî kirin  û bikeve bin ewlekariyê. Divê di her qadên jiyanê de bi zimanê kurdê bê axaftin û nivîsandin. Ev mafê kurdan a herî xwezayî ye. Divê şer û mercên azadiya çanda kurdan bên sererastkirin.”   KONFEDARALÎZMA DEMOKRATÎK Û PARASTINA ÇEWHERÎ VEGOT   Toktaş, li ser Konfederalîzma demokratîk jî axivî û wiha pê de çû: “Xweseriya Demokratîk û Konfederalîzma Demokratîk ji hev ne cûdane. Di xwazayê de jî parastina çewherî heye. Mirov dikare li ser zindiyan bi sedan mînakên vê yekê bide. Di civakên qilan û qebîleyan de jî mirov dikare asta parastina çewherî ya dîrokî bibîne. Parastina çewherî tenê ne rêxistinbûyîna leşkeriye. Di her warî de tê wateya xwe bi rêxistin kirinê. Hêza YPS’ê hêza parastina rewa ye û hêza parastina çewheriye.”   Şandeya Dadgehê hêj parastin Toktaş berdewam dikir, parastin qut kir û nabera nîvro da.