Pervîn Buldan: 24’ê Hezîranê ji bo me fersend e 2018-04-19 14:18:00 ÎZMÎR – Hevseroka Giştî ya HDP’ê Pervîn Buldan a ku li Îzmîrê starta hilbijartinê da, destnîşan kir ku 24 hezîranê ji bo gelên Tirkiyeyê fersendek e û got: “Armanca me ew e ku em di hilbijartinên Serokomariyê ya tûra yekemîn de bi serbikevin. Ji bilî serkeftinê tu şansê me nîne.”  Hevseroka Giştî ya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Pervîn Buldan û heyeta pêre li Îzmîrê starta Hilbijartina Zordest da. Buldan û heyeta pê re li Navenda Kognreyê ya Tepekule li gel nûnerên saziyên civakî kom bûn. Gelek rojnameger jî civîn şopandin. Buldan axivî û diyar kir ku Tirkiye di her warî de qeyranê dijî û got: “Li Tirkiyeyê di pêvajoyek qeyrana siyasî, aborî û civakî dijî de derbas dibe. AKP a ku Tirkiyeyê birêve dibe ji bilî zilmê, qeyran û rageşiyê tiştek ji gel re nebiriye. AKP jî û yên beriya AKP’ê jî her tim li dijî kurdan zilm kirine û kurdan tune kirin e. AKP neçar e hesabê vê zilma kiriye bide.”    ‘GELÊN TIRKIYEYÊ ÊDÎ JI AKP’Ê BÊZAR BÛYE’    Buldan bi bîr xit ku AKP di her hilbijartinê de bi dizî û dek û dolaban bi ser ketiye û wiha got: “Êdî gel ji AKP’ê bêzar û aciz bûye. Êdî hatiye wê astê ku AKP nikare welat birêve bibe. Ji bo zilam bi dawî bibe, 24’ê hezîranê ji bo gelên Tirkiyeyê fersendek dîrokî û girîng e. Em bi hilbijartinek dixwaze çarenûsa gelên Tirkiyeyê tayîn bike  re hevrû ne. Li Îzmîrê jî rewşa bajêr a siyasî, civakî, aborî, ekoloji û her mijarê li ber çavan e. Peywîrek dîrokî dikeve ser milê îzmîriyan û pêwîste berpirsyariya xwe bi cih bînin."    ‘ARMANCA ME SERKEFTIN E’    Buldan anî ziman ku HDP di hilbijartina 24’ê Hezîranê de bi hêviya ku baweriyê dide gelê xwe derdikeve rê û wiha got: “HDP bi wadên hêvî û aramiyê derket rê. Niha jî dema qezenckirina bi hev re ye. Dem dema têkoşîna demokrasî û yekgirtinê ye. Me bernameyek daniye pêşiya xwe. Armanca me ew e ku em di tûra yekemîn de bi ser bikevin daniye pêşiya xwe. Partiya me tenê ne partiya kurdan e, partiya hemû gelan, kedkar, karker, ciwan û jinan e. Armanca me mezin e û ji bilî serkeftinê tu şansê me nîne.”    Piştî axaftina Buldan civîn ji çapemeniyê re girtî dewam kir.