Kesê ji qada 6’an a Nexweşxaneyê avêt mir 2018-04-19 14:10:21 STENBOL - Kesê nexweş ê ji qada 6'an a Nexweşxaneya Perwerde û Lêkolînê ya Hamidiye Etfal a Şîşliyê avêt, mir.  Kesê li Nexweşxaneya Perwerde û Lêkolînê ya Hamidiye Etfal a Şîşliyê dihat dermankirin, ji qata 6'an avêt û jiyana xwe ji dest da. Hat diyar kirin ku kesê xwe ji qata 6'an avêt bi girani birîndar bû. Piştî bûyerê ew rakirin Serwîsa Lezgîn. Lê tevî hemû mudaxaleyan jiyana xwe ji dest da. Kesê ku xwe avêt û jiyana xwe ji dest da navê wî nehat zanîn. Hat îdîakirin ku bi nexweşiya şizofrenî ye.