Parêzer ji di navde der barê 150 kesan de doz hat vekirin 2018-04-19 13:59:54   STENBOL - Parêzer jî di navde der barê 150 kesan de doz ve bû. Dozger îdîaname amade kir û pêşkêşî dadgehê kir. Di îdîanameya ku heyetê qebkûl kir de gotina “Tu bixwaze dikare îfade nede" sûc hat dîtin.    Dozgeriya Komarê ya Stenbolê, der barê 150 kesên di nava wan de 17 parêzerên Buroya Hiqûqa Gel (HHB) jî hene doz vekir û îdîaname amade kir. Heyetê der barê 150 kesên ku di navde Serokê Giştî yê Komeleya Hiqûqnasên Hemdem (ÇHD) ya bi KHK'ê hat girtin Selçuk Kozagaçli jî di navde bi îdîaya “endam û rêveberên DHKP-C'ê ne doz vekir û pêşkêşî 37’emîn Dadgeha Cezayên Giran a Stenbolê kir. Heyeta dadgehê piştî îdîaname lêkolîn kir qebûl kir. Yekemîn danişîna dozê dê di 10'ê Îlonê de bê dîtin. Heyeta ku îdîaname qebûl kir biryar da ku Serokê Giştî yê ÇHD'ê Selçuk Kozagaçli û Prz. Yaprak Turkmen yên girtî tên darizandin tev li danişînê bikin û 15 parêzerên din jî bi SEGBİS'ê tev li danişînê bibin. Di îdîanameya ku heyetê qebkûl kir de gotina “Tu bixwaze dikare îfade nede" sûc hat dîtin.