Biryara doza Ata û Mizrak dê hefteyê pêş aşkere bikin 2018-04-19 13:39:02 AMED - 39'emîn danişina doza 3 polîsên tîmên taybet ên ji kuştina Enes Ata û Mahsum Mizrak tên darizandin li Edliyeya Amedê hat dîtin. Heyeta dadgehê dê hefteya pêş der barê Ata û Mizrak de biryarê bidin.  39'emîn danişîna doza polîsên tîmên taybet H.A., N.O. û B.O. yên Enes Ata yê 8 salî û Mahsum Mizrak ê 14 salî di serhildana 28'ê Adara 2006’an a Amedê de kuştin li 1.'emîn Dadgeha Cezayên Giran a Amedê hat dîtin. Polîsên bi sucdariya "Bi zanebûn bûne sedema kuştinê" tev li danişîna dozê nebûn. Bavê Enes Ata Selamettin Ata, Dayika Mahsum Mizrak Besire Mizrak û bavê wî Hasan Mizrak amade bû. Di rûniştinê de belgeyên der barê dosyayê de hat xwendin û piştre parêzeran parastin kir. Heyetê nivîsa biryara dosya ku Serdozgeriya Komarê ya Amedê der barê windakirina bombeya gazê ya bûye sedema Enes Ata û pêdivî bi şopandinê nedîtiye de xwend. Dozgerê komarê di danişîna berê de xwestibû ku der barê biryara aqûbta fîşeka gazê ya ku bûye sedema Ata û Mızrak bibûrin.    Parêzerê Malbata Ata Abdullah Zeytun, anî ziman ku biryara bêşopandina windakirina fîşeka gazê ya ku bûye sedema kuştina Ata teblîgî kê kiriye û bi çi şiklî teblîg kirine. Divê aşkere bersiva vê yekê bê dayîn. Heyeta dadgehê jî biryar da ku di lêpirsînê de tu nûkirin çê nabin û ji ber vê yekê divê ji biryara navbere biborin. Dozger mutalaya der barê esasê dozê de duare kir û diyar kir ku hemû delil hatine lêkolînkirin û tu şik û gumana ku polîs Ata û Mızrak kuştiye nehatiye bi destxistin û xwest der barê wan de biryara beraatê sê dayîn. Parezerên malbata Ata û Mizrak ji bo der barê esasê dozê de parastinê bikin dema parastinê xwestin. Heyeta dadgehê jî ji bo parêzer parastinê bikin doz taloqî 26'ê nîsanê kirin.