Li Sîlopiyê ‘Doza Panzerê’ dest pê kir: Rojnameger negirtin salonê 2018-04-19 12:41:41 ŞIRNEX - 3’yemîn danişîna doza 2 polîsên li Sîlopiyê bi panzêrê ketin mala Yildirim û birayên hev Muhammed (7) û Furkan Yildirim (6) ên di bin parêzêrê de pelçiqandin, destpê kir. Dadger rojnameger negirtin salona dadgehê. Di 3’yê Gulana 2017’an de li Silopiyaya Şirnexê polîs bi panzerê ketin xaniyê malbata Yildirim û du birayên hev Muhammed (7) û Furkan Yildirim (6) di xew de pelçiqandin û kuştin. 3’yemîn danişîna doza birayên Yildirim ên derbarê ajokarê panzêrê polîs Omer Yigît û fermandarê ew erkdar kirî Murat Maden hat vekirin, destpê kir. Danişîna sêyemîn li Dadgeha Cezayê Giran a 2’yemîn a Cizîrê pêk hat.  Di dozê de bi tawanbariya “Kuştina bi qisûr” ji 2 salan heta 15 salan cezakirina herdu polîsan tê xwestin. Bavê du birayên Yildirim Mesut Yildirim, parêzerên Baroyên Şirnex, Amed û Bursayê û Parlamentera HDP’ê ya Şirnexê Aycan Îrmez beşdarî danişînê bûn. Dadger rojnameger negirtin salona  dadgehê.