Got ‘Ezê li hemberî vê bêedaletiyê serî netewînim’ û agir berda bedan xwe 2018-04-19 12:17:28 AMED - Di danişîna doza têkildarî kuştina Qeymeqamê Dêrikê Muhammet Fatîh Safîturk de, bersûc Şerîf Mesutoglu beriya li ber çavê hemû kesan agir berde bedana xwe, got “Li vî welatî edalet tuneye û ezê li hemeberî vê bêedaletiyê serî netewînim.” Malbata Mesutoglu yê agahî ji tenduristiya kurê xwe nagirin bi fikarin.  Qeymeqamê navçeya Dêrikê ya Mêrdînê û qeyûm Muhammet Fatîh Safîturk di 10’ê Mijdara 2016’an de di êrîşa bombeyî de jiyana xwe ji dest dabû. Yekîneyên Parastina Sivîl (YPS) bûyer girt ser xwe. Lê ligel vê yekê jî 8 jê girtî derbarê 15 kesan de doz hat vekirin. Danişîna doza Şefê Karê Nivîsandina Qeymeqam Şerîf Mesutoglu yê girtî di 16’ê Nîsanê de hat dîtin û Mesutoglu li ber çavê dadgehê agir berda bedena xwe. Mesutoglu yê 18 mehin li Girtîgeha Tîpa T a Sîwerega Rihayê tê girtin, bi SEGBÎS’ê beşdarî danişînê bû. Mesutoglu di dema parastin dikir de gaza heste ya dibin cilên xwe de veşartî derxist, li xwe kir û piştî got “Li vî welatî edalet tuneye” agir berda bedena xwe.    Di çarçoveya dosyayê de 3 caran derbarê Mesutoglu de cezayê giran ê muebetê û 54 sal cezayê girtîgehê tê xwestin. Bavê Mesutoglu Mesut Çelîk, diyar kir ku piştî bûyerê kurê wî bi lêz û bez ji wir   birin û ji wê rojê û vir ve tu agahî jê nayên girtin. Bav Çelîk, anî ziman ku kurê wî mir ma nizane û wiha axivî: “Derbarê jiyana wî de fikar û gumanên me hene.”     GOT ‘LI HEMBERÎ VÊ BÊEDALETIYÊ EZÊ SERÎ NETEWÎNIM’   Bav Çelîk, da zanîn ku kurê wî 18 mehin girtiye û wiha got: “Kurê min bêsûc di girtîgehê deye. Dinava vê pêvajoyê de rastî muameleya xerab û îşneceyê hat. Kurê min ji Girtîgeha Sîweregê bi SEGBÎS’ê beşdarî dadgehê bû. Berî kurê min sê kes derketin. Dûre kurê min derket. Kurê min derî girt û ev tişt gotin: ‘Weke min destpêkê jî di îfadeyên xwe yên dayî de û dûre bi dehan car di dadgehan de gotî, sûcdarê vî karî ne ezim. Min her tişt ji were got û hûn hemû tiştî dizanin. Ligel vê yekê jî 18 mehin têm girtin. Îfadeyên bavê qeymeqam û birayê wî jî, nîşan dan ku ez bêsûcim. Bi hezar dek û dolaban xwestin vê cînayetê bavêjin ser min û min sûcdar nîşan bidin. Ji vê saetê û şûn de baweriya min bi edaleta we nayê. Baweriya min nîne ku li Tirkiyeyê bi awayekê adilane bêm darizandin. Li vî welatî edalet tuneye û ezê li hemberî vê bêedaletiyê serî netewînim.’ Piştî van gotinan kurê min canê xwe da ber agir. Bûyer li ber çavê me hemûhan pêk hat.”   Bav Mesut Çelîk, qeymeqamê navçeyekê rastî êrîşê tê, lê ambulasan piştî saetek şûn de tê cihê bûyerê û wiha bilêv kir: “Qeymeqam li hemû nexweşxaneyan digerînin. Polîs li her nexweşxaneya diçinê bi hinceta ewlekariyê destû nadin qeymeqam bê dermankirin. Cardin hemû derdora cihê bûyerê kamera hene, lê kamerayên wê rojê ji aliyê Midûryeta Polîsan ve bilez hatin kirin. Bûyerê ji raya giştî vedişêrin. Ez bang li berpirsên esasî yên vê bûyerê dikim. Gelo çima Wezareta Karê Hûndir, Wezareta Tenduristiyê û Wezareta Dadê van rastiyan nabînin? Gelo çima hûn erka xwe bi cih nayînin.”   ‘LI SER ÎFADEYA DU KESAN ÎDÎANEME AMADE KIRIN’   Çelîk, dest nîşan kir ku cardin dozgerê komarê yê lêpirsîn bi rêve dibir, li ser îfadeya du xebatkarên li qeymeqamtiyê îdîanema amade kir: “Gelo vê yekê qet bala Wezareta Dadê ne kêşa? Hûn qet şaşwaz nebûn. Bi darê zorê û gefan îfadeyên mirovan girtin. Derbarê vê mijarê de bi dehan car me maîl avêt, lê ne bihîstin.”   ‘MIRÎYE, SAXE EM NÎZANÎN’    Çelîk, di dewama axaftina xwe de wiha got: “Li dijî vê bêhiqûqiyê kurê min li pêşberî dadgehê agir berda bedana xwe. Piştî bûyerê me qet agahî ji krê xwe negirt û derbarê jiyana wî de fikarên me hene. Ger tiştek bê serê kurê min, berî her tiştî berpirsê wî rayedarên dewletê, Wezareta Karê Hûndir  û Wezareta Dada ne. Kurê min miriye, saxe em nizanin. Ez giliyê hemû rayedarên dewletê yên tiliya wî/wê di vê bûyerê de heyîn dikim. Çi dibe bila bibe, ez ê piştgiriyê bidim kurê xwe. Ezê şopdarê vê yekê bim. Bedela wê çi dibe bila bibe, ezê dest li lêrgerîna  kurê xwe bernedim.      ‘EM Ê ŞOPDARÊ BÛYERÊ BIN’   Hevjînê Mesutoglu Sîme Ateş Mesutoglu jî, diyar kir ku hevjînê wê di SEGBÎS’ê de canê xwe da ber agir û wiha axivî: “Ez necar mam ku wî wisan temaşe bikim. Derbarê jiyana hevjînê min de fikarên min hene. Piştî bûyerê ez ji Mêrdînê çûm Sîweregê û min xwest rewşa hevjînê xwe bipirsim. Tu derî neman ku me lê nexwist. Lê ligel vê yekê jî kesekê tu agahî neda me. Piştî hevjînê min hat girtin rastî îşkenceyên giran hat. Wisan lê kirin, êdî navê zarokên wî nayên bîra wî.  Zextên mezin li ser hevjînê min hene. Em giliyê hemû kesên ku ev bi me dan jiyîn dikin. Em ê şopdarê bûyerê bin. Emê serî li Dadgeha Mafê Mirovan a Ewropayê jî bidin.”   Hat diyar kirin ku malbatê ji bo alîkariya hiqûqî serî li Şaxa Komeleya Mafê Mirovan (ÎHD) a Amedê dane.    MA / Esra Solîn Dal