Onen: Desthilatdar krîzê ava dikin 2017-10-11 09:07:10 STENBOL – Endama Platforma Dur De Yildiz Onen bal kişand ser axatinên siyasetmedarên ku hêrs û tundiyê bi pêş dixin, aşkera kir ku desthilatdarî bi van axaftinên xwe yên hişk dixwaze ji krîza polîtîk derkeve. Ji Platforma Dur De Yildiz Onen der barê êrîşa li dijî dayika Aysel Tugluk û qetilkirina Perîhan Akin a li Samsunê hat kuştin de axivî û aşkera kir ku ev êrîş ji ber zimanê tund ê desthilatdariyê pêk tên, sedema vê jî wekî şerê li Rojhilata Navîn da nîşan. Onen a yek jî avakarê Platforma Antîkapîtalîstan e, diyar kir ku divê zimanê tundiyê neyê xebitandin.   ‘DIXWAZIN JI KRÎZA DERKEVIN’   Onen êrîşên nijadperestî yên di demên dawî de wekî "hêwilnak" (korkunç) pênase kir û wiha dirêjî da axaftina xwe: "Kuştina dayik û keça wê ya sûriyeyî, nehiştin cenazeyê dayika Birêz Aysel Turk li Enqereyê bê definkirin. Dema em van hemûyan didin ber hev, kesên ne tirk û sunî bin, nijadperestî li dijî wan zêde dibe. Desthilatdarî ji bo ji krîza aborî û polîtîk derkeve zimanê tundiyê bi pêş dixe û bi vî şeklî polîtîkayê dimeşîne. Piştî referanduma serxwebûnê ya Herêma Federal a Kurdistanê, bi taybetî li dijî kurdan pêla nijadperestiyê zêde bû."   ‘EM DI NAV AŞTIYÊ DE TEV BIGERIN’   Onen bal kişand ser darazê jî û diyar kir ku bê cezayî êrîşkaran wêrektir dike û wiha pê de çû: "Di esasê xwe de daraz tiştekî nake. Kesên êrîşî cenazeyê dayika Aysel Tugluk kirin, sibetirê hatin berdan. Heta bi Wezîrê Karê Hundur re wêne kişandin. Ji ber bertekan 3 kes hatin girtin, lê piştî çend rojan serbest hatin berdan. Tevliheviyek mezin heye."   Onen herî dawî got ku "Hemû kesên li Tirkiyeyê dijîn xwişk û birayên hev in" û da zanîn ku divê kes li gotinên serokan guhdar neke û bi hev re jiyaneke aram bijîn.