Girtiyê ku cezayê wî nehat erêkirin xistin hucreyê 2018-04-19 09:16:10 AMED - Îsmet Kasrak ku di Girtîgeha Erzinganê de ye, got ji ber cezayekî nehatiye tesdîqkirin hatiye derbkirin û ew xistine hucreyê.  Îsmet Kasrak ku di Girtîgeha Tîpa T a Erzinganê de ye, di hevdîtina bi telefonê ya bi malbata xwe re, anî ziman ku ew hatiye derbkirin û wî xistine hucreyê. Kasrakê ku roja yekşemê li malbata xwe geriya, diyar kir ku bi awayekî kêfî cezayê hucreyê lê hatiye birîn û ji ber cezayekî nehatiye tesdîqkirin xwestine wî têxin hucreyê. Kasrak, bi lêv kir ku ji ber ew li dijî pêkanînên kêfî derketiye, hatiye derbkirin û wî ji qawîşê girtine û xistine hucreyê. Kasrak, got ji wê rojê ve ew di hucreyê de ye. Kasrak, diyar kir ku li Girtîgeha Erzinganê binpêkirinên mafan ddidomin.   Li ser vê yekê malbat serî li Komeleya Mafê Mirovan a Riha û Erziromê da û destnîşan kir ku ji ber rewşa tenduristiyê ya Kasrak ew endîşedar in.