Meclîsê ji bo pêşniyaznameya der barê 18 zimanan de got 'îsrafa kedê' û ew îade kirin 2018-04-19 09:13:45   ENQERE– Parlementerê HDP'ê yê Wanê Lezgîn Botan, di 21'ê Sibatê Roja Zimanê Zikmakî ya Cîhanê ji bo 18 zimanên ku li Tirkiyeyê bi wan tên axaftin, pêşnîyazname berpêşî Serokatiya Meclîsê kiribû. Lê belê Serokatiya Meclîsê ji bo van pêşniyaznameyan got "îsrafa kedê" û ew lê vegerandin.    Parlementerê HDP'ê yê Wanê Lezgîn Botan, di 21'ê Sibatê Roja Zimanê Zikamkî ya Cîhanê ji bilî tirkî ji bo 19 zimanên ku li Tirkiyeyê bi wan tê axaftin pêşniyazname berpêşî Serokatiya Meclîsê kir. Lê belê Serokatiya Meclîsê ji bo hemû pêşniyaznameyan got "îsrafa ked û demê" û ew lê vegerandin.    Botan di 21'ê Sibatê de pêşîniyaznameya xwe ya der barê kurdî (kurmancî, zazakî), gurcî, hemşînî, ermenî, lazî, pomakî, suryanî, rûmiya pontûsî, erebî, mihallemiyî, abhazcayî, adîhazcayî, adîgeceyî, rûmî, romanî, çeçenî, hertevînî, ûrartî û arnawûdî ji bo Serokwezîr Bînalî Yildirim bi bersivîne berpêş kir. Botan di pêşniyaznameya xwe de diyar kir ku ev zimanên navborî bi awayekî makeqanûnî nayên naskirin û parastin û xebatên ji bo pêşvexistina van zimanan di pêşniyaznameya xwe de pirsî.    Lê belê Serokatiya Meclîsê ji bo hemû pêşniyaznameyan got "îsrafa ked û demê" ye û ew lê vegerandin.