Îdiaya ku berendamê herî ciwan ê AKP'ê sixtekarî kiriye 2018-04-19 09:13:15   RIHA –  Derket holê ku Omer A.  ê di hilbijartina giştî ya 2015'an de di AKP'ê de "Bernamzetê herî ciwan ê Tirkiyeyê" bû, sextekarekî profesyonel e.    Li Rihayê perwerdekar Arzû Yorûlmaz, îdia kir ku Omer A. ku di hilbijartinên giştî yên 2015'an de di AKP'ê de bû berendam, ew xapandiye. Yorûlmaz, dema hîn dibe hatiye xapandin li dozgeriyê giliyê Atilgan dike. Yorûlmaz, diyar kir ku Atilganê ku ew xapandiye gelek caran bi mirinê ew tehdît kiriye.    QERETA PARÊZERTIYÊ YA SIXTE    Yorûlmaz, diyar kir ku ji Çileya 2018'an ve Omer. A.  winda ye û ew agahiyê jê nagire. Yorûlmaz, bi lêv kir ku ew Atilgan ji Îlona 2016'an ve nas dike û gelek ewraqên sixte nîşanî wê daye. Yorûlmaz, destnîşan kir ku di nav wan ewraqên ku Omer.A.  nîşanî wê daye de karta nasnameyê ya Baroya Rihayê û dîplomaya Fakulteya Hiqûqê ya Zanîngeha Dîlokê jî di nav wan de bûye. Yorûlmaz got: "Karta nasnameyê ya Baroya Rihayê jî hebû. Carekê ez û wî çûn edliyeyê. Cubeyê xwe li xwe kir û dema di amûra X-Rayê re derbas bû karta xwe nîşanî polîsan da û ket hundur. Di hesabê wî yê civaka medyayî de jî wêneyên wî yên bi cube hebûn."    BERENDAMÊ AKP'Ê BÛ    Yorûlmaz, diyar kir ku Omer A. di hilbijartina 2015'an de di AKP'ê de berandam bû û got: "Hat Stenbolê, wî û malbata min hevdu nas kirin. Min bi hin mirovên ku gotin xaltîka min, xalê min û malbata min in da naskirin. Dizanibû hinekî pereyê min heye. Got, ji bilî parêzeriyê ew bi bazirganiyê re jî bilî dibe û dikare pereyê min bi kar bîne. Got, di mehek du mehan de ew ê pereyê min bide. Ji ber min digot qey parêzer e, xapandin qet nedihat hişê min. Min 65 hezar lîre dayê. Min 70 hezar jî kredî kişand. Her wiha bi dizîka jî du kartên min ên krediyê bi kar aniye. Tim ji kartên min kişandiye û razandiye. Ji ber vê di destpêkê de hayê min jê çênebû. Nêzî 150 hezar pereyê min çû. Her wiha xeta telefona min li ser navê wî ye û ji xwe re telefon kir."    'EZ DIBÊM ŞEBEKE NE'    Yorûlmaz, diyar kir ku paşê ew hîn bûye ku A.  zewicandiye û 2 zarokên wî hene û got: "Ez wisa difikirim ku ev şebeke ne. Tapûya malê, qeyda nifûsê, nasnameya parêzerê û gelek ewraq nîşanî min da. Meger hemû sixte bûne. Me navnîşan wî dît, em çûn cem bavê wî. Lê belê bavê wî got kurê wî sixtekar e û berê jî gelek kes xapandine."    'BI MIRINÊ EZ TEHDÎT KIRIM'    Yorûlmaz, diyar kir ku A.  di ser hevalên xwe re bi mirinê gefan lê dixwe û got: "Ji bo dev ji van tiştan berdim ez tehdît kirim. Got, ew ê zirarê bide min û malbata min. Xwest ez dev ji giliyê berdim. Lê belê heta ez sixtekariya wî dernexînim holê ez ê dev ji vê dozê bernedim. Ez hatim mexdûrkirin. Niha ez krediyê jê mayî didim."