Komira AKP'ê ya hilbijartinê li naverastê ye 2018-04-19 09:11:31 AMED - Komira ku AKP ji bo hilbijartinê bir gundên Licê û Pasûrê, welatiyan ew qebûl nekirin û li têketina gundan hat valakirin. Komira du salan wek xwe ye û li naverastê ye.  Ji roja ku AKP'ê bûye îktîdar, ji bo hilbijartinan komir, miqarne û tiştên din beşav dike û bi vê yekê propagandayê dike. Lê belê êdî welatî van tiştên AKP'ê qebûl nakin. Nemaze jî komirên ku ji bo gundan dihatin şandin, ji bo AKP'ê bûbû malzemeya hilbijartinê. Lê belê komirên ku ji gelek gundên navçeyên Amedê re hatin şandin, gundiyan ew qebûl nekir. Lê belê wekî ku komir hatibe belavkirin li têketinên gundan komir bi qamyonan hatine valakirin.    Li têketina gelek gundên navçeya Pasûr û Licê kîsên komiran hene. Komira ku sala din anîn hîn li naverastê ye, bi ser de komira îsal jî lê hat zêdekirin. Gundiyan bertek nîşanî rayedaran da. Gundiyekî nexwest navê xwe aşkere bike got: "Bila qet nefikirin ku dê me bi çend kîs komir bixapînin. Her sal tînin, lê ji ber ku em wernagirin, sirf wekî ku belav kiribin bi qamyonan li têketina gund vala dikin û diçin. Her çend em dibêjin em naxwazin û bertek nîşan didin, lê her sal heman tiştî dikin."