Bi 7 jinan dest pê kir gihişt 50 jinan 2017-10-11 09:06:35 ÎZMÎR – 7 jinên ku hatin gel hev Kooperatîfa Kar û Çanda Derûdorê ya Jinên Herêma Odemîşê ava kirin, hejmara jinan derketiye 50 kesî û rêya xwe dewam dikin. Jinên ku kooperatîf ava kirin, bi bodela xebatê ya jinê aboriya xwe jî saz dikin. Li navçeya Odemîşê ya Îzmîrê 7 jin hatin gel hev û Kooperatîfa Kar û Çanda Derûdorê ya Jinên Herêma Odemîşê ava kirin, hejmara jinan niha gihiştiye 50 kesî. Jinên ku destpêkê bi berhemên ku bixwe afirandine ketin rê, di demê re berhemên çanda herêma Odemîşê ya cûmkerêiya îpekê (îpek dokomaciligi) ji nû ve zindî dikin, hem jî ji bo jinan derfetan diafirînin.   DI HER PÊVAJOYÊ DE RÊBAZEK NÛ   Ayşe Koldaş yek jî wan jinên ku di kooperatîfê de hevpar e, diyar kir ku ew bi rêbazên kevin ji kozayê îpekê dikişînin û bendê ku bi dest dixin li ser dezgehan dihûnîn û bi van bendan oyeya derziyê çê dikin. Koldaş da zanîn ku di amadekariya bendan de ew boyaxê nadin xebatê, li gorî demsalê ji çêre, zebze, fêkî û kokên çêreyan boyaxê bi dest dixin û wiha got: "Bêguman ev pêvajoyeke ku bi endûstiriyê re em bikevin pêşbirkê nîne. Em wekî dildarên vî karî yên ku xwedî li vê çandê derdikevin ketin rê. Li vê herêmê demekî hema li her malekî dezgehê hûnandinê hebû, her kesî pêdiviyên xwe, cihêzê xwe, qumaşê xwe bi xwe amade dikir. Lê ev dezgeh bi tevahî hatine rakirin. Jin bi vê xebata xwe xwedî li çanda herêmê derdikevin. Di her pêvajoya vî karî de hostayekî vî karî heye. Kişandina îpekê, hûnandin, di oyayan de hustayên cuda tên gel hev. Di heman demê de xebateke rêxistinkirî ya jinan e. Tenê di karê şala îpekê de bi mehan gelek jin kedê dikn. Ji ber ku karekî hêdî ye, di gelek beşan de gelek jin dixebitin."   PERWERDE DAN BI SEDAN JINAN   Koldaş destnîşan kir ku wan wekî kooparetîf di warê aborî û çandê de perwerde daye gelek jinan û wiha got: "Em jinên hevpar ê ne hevpar tev li van perwerdeyên xwe dikin. Peyanerî (girişimcilik) hêj zêdetir pêşî li perwerdeyeke civakî vedike, em hin caran kooperatîfiyê di pêşengiya derûnînasekî de pêk tînin. Di warê wekheviya zayendî de, xwe gihandina xizmetên tenduristiyê, rola jinan a di xizmetên herêmî de, pençeşêra pêsîran û di warê şideta nav malbatî de jî pispor carnan perwerdeyan didin. Me heta niha perwerde daye 240 jinan. Bi vê ve girêdayî me ev wekî projeyeke Weqfa Nirxandina Keda Jinê ev bi pêş xist. 80 jinan perwerdey peyangeriyê dît. Yanî em pêwîstiyên jinan dibersivînin."   'TENÊ ARMANC XWE GIHANDINA JINÊ YE'   Koldaş anî ziman ku ew dixwazin dest bidin jiyana jinan, wan bedew bikin û xwedî li çanda heyî derkevin û wiha pê de çû: "Her gava ku em dest didinê ew bajar jî dest dide me. Navendên wekî kooperatîf, cihên bi hev re avirandinê ne û xebateke kolektîf dertê pêş. Armanca me em xwe bigihînin jinan. Bi hev re bixebitin û bi hev re hin tiştan pêk bînin." Koldaş got ku "Ya aboriyê li ser piyan digire jin e" û aşkera kir ku li tevahiya cîhanê keda jinê ya di aboriyê de diyarde ye.