Di serdema AKP'ê de 3 hezar û 500 girtiyên nexweş mirin 2018-04-19 09:10:48 ÎZMÎR – Herî dawî di Girtîgeha Bandirmayê de Îsmaîl Arslan mir. Piştî mirina Arslan careke din rewşa girtiyên nexweş ket rojevê. Li gor daneyên ÎHD'ê di 17 salên dawî yên serdema AKP'ê de 3 hezar û 500 girtiyên nexweş mirine. Hêj 401 girtiyên nexweşîna wan giran hene.  Li gor rapora Komîsyona Girtîgehê ya Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) ku di 1'ê Adara 2018'an de daxuaynd, di 386 girtîgehan de hezar û 154 girtiyên nexweş hene. Di daneyan de hatiye diyarkirin ku rewşa 402 girtiyan giran e û herî dawî di 7'ê Nîsanê de li Girtîgeha Tîpa T a Jimare 1 a Balikesîr-Bandirmayê girtiyê nexweş Îsmaîl Arslan miribû.    DI SERDEMA AKP'ê 3 HEZAR Û 500 KES MIRIN    Li Balikesîra ku Arslanê 66 salî lê mir, hîn jî 26 girtiyên rewşa wan giran hene. Li gor daneyên ÎHD'ê di 17 salên dawî yên serdema AKP'ê de li girtîgehan nêzî 3 hezar û 500 girtî mirin.    Navê hin girtiyên ku di girtîgehan de mirin ev in:   Kuling Sevilgen, Mehmet Yildizbakan, Ahmet Bayar, Kemal Avci, Murat Saat, Celal Şeker, Nihat Baymiş.   Li Bandirmayê 26 girtiyên rewşa wan a tenduristiyê giran e hene. Navê van girtiyan wiha ne:    Aydin Nas, Ayhan Kavak, Amber Kurtgozu Bakıray, Abdulhalim Kirtay, Cengiz Eker, Cahit Yaşar, Celalettin Cenap Araci, Eyyüp Sari, Ercan Atak, Filit Tiltay, Habil Emen, İzzettin Tekman, İhsan Donmuş, İsmail Guvenî, Mehmet Polat, Musa Kaya, Metmeh Ali Taşli, Mehmet Kutli, Medeni Kaya, Mustafa Kolakan, Mehşet Sirimsi, Nesip Tarim, Omer Dorudemir, Sedat Şaylan, Sait Kizar, Şehmus İlhan.