Rojnameger Levent Gultekin namzetiya Serokomariyê aşkere kir 2018-04-19 08:49:51 NAVENDA NÛÇEYAN - Rojnameger Levent Gultekin namzetiya xwe ya Serokomariyê aşkere kir.  Rojnameger Levent Gultekin, piştî dîroka hilbijartina giştî diyar bû li ser hesabê medya civakî namzetiya xwe ya ji bo Serokomariyê aşkere kir. Gultekîn, diyar kir ku îktîdarê bi biryara hilbijartina pêşwext mafê wan xesp kiriye û wiha got: "Îktîdar welat xesp dike. Hilbijartina 24'ê Hezîranê tê wateya ‘Ji xeynî min kesên dîtin nikarin welat bi rêve bibin' e. Em ve yekê qebûl nakin. Ji ber vê yekê namzet im. Em destê xwe bidin hev em dê bi ser bikevin."